• DOLAR 32.494
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2436.79
  • ...
Li dijî rageşîya li Îranê helwesta eşkere: Ew ê ji hovîtîyê re musade neyê dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îranê berî vê çend rojan li çend bajêran bi hinceta îqtîsadê xwepêşan dest pê kirin. Rayedarên hikûmeta Îranê  li dijî çalakîyên ku di destpêkê de bi hinceta îqtîsadî dest pê kiribûn û dû re bûbûn xwepêşanên li dijî rejîm û hikûmetê daxuyanî dan û destnîşan kirin ew ji wan komên ku hovîtîyê dikin û zirarê didin derdorê re musade neyê dayîn.

Di destpêka bûyer û çalakîyên hikûmetê bertekeke tund nîşanî da de Amerîka di seatên ewil derbarê bûyeran de Amerîka daxuyanîyan belav kir û xwepêşanan wek "xwepêşanên aştîyane" nîşan de ku ev yek balan kişand li ser xwe.

 "Bo problem bên çareserkirin divê hikûmet û gel pêkve hereket bikin"

Hasan Ruhanîyê Serokomarê Îranê derbarê mijarê de diyar kir mafê xwepêşan û rexneyê ya gel li gor makeqanûnê heye û wiha got: "Ew ê hikûmet  ji hovîtîyê re musade nede û qet tahammulî wan kes û komên ku zirarê didin malên xelkê û nîzana  civakî neke. Bo problem bên çareserkirin divê hikûmet û gel pêkve hereket bikin."

"Ev şexs ji bîr kiriye ku ew berî vê çend mehan ji xelkê Îranê re gotibû terorîst"

Ruhanî di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser dek û dolab û planên ku li dijî nîzama Îslamî ya Îranê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "  Ev şexsê ku îro ji Amerîka hewil dide bi xelkê me re empatîyê bike ji bîr kiriye ku ew berî vê çend mehan ji xelkê Îranê re gotibû terorîst. Ev kesê ku bi temametî dijberê Îranê ye ne xwedî maf e ku merhemetê li xelkê Îranê bike."

 "Divê em bibin yek û komployên biyanîyan ji rastê rakin"

 Wezîrê Parastinê yê Îranê Tûxgeneral Emîr Hatemîyê ku derbarê xwepêşanan de daxuyanî da jî derbarê mijarê de diyar kir emperyalîz rakirina îstîqrar û ewlehîya li Îranê xistiye serê xwe.

Hatemî di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: "Digel pêkvebûn, yekîtî û digelhevîya neteweyî divê em komployên bîyanîyan ji rastê rakin."

"Ev mirî nema zindî dibe"

Sekreterê Saziya Diyarkirina Maslahatên Nîzama Îslamî yê Îranê Muhsîn Rizaî di daxuyanîya ku da  Tesnîmê de bûyerên ku rû dane wek mudaxelekirina Amerîka ya karên hundir a Îranê wesfand.

Rizaîyê ku di daxuyanîya xwe de diyar kir Amerîka hinek problemên xelkê sûîstîmal dike û dû re wiha got: " Amerîka bi şikleke eşkere dijmintîya rejîmê dikeç Şahtî êdî dî dîroka Îranê de winda bûye û êdî ev mirî zînde neba."

"Rayedarên Amerîkayî divê xwe ber evhaman re bernedin"

Serokê Komîsyona Polîtîkayên Derve û Ewlehîya Neteweyî yê Komîsyona Şuraya Îslamî ya Îranê Alaeddîn Burucerdî jî derbarê mijarê de diyar kir  di serî de ew kesên ku bûne mexdûrê banqeyên ku îflas kirine û bo hinek mafên din xelk li hinek bajêran xwepêşanan tertîp dikin. Lê belê di berdewama bûyeran de hinek kesan tevlîhevî derxistin."

Burucerdî di berdewama axavtina xwe de nav neda lê Amerîkaya ku xwepêşanan wel "xwepêşanên aştîyane" wesfand nîşan da û diyar kir divê rayedarên Amerîkayî xwe ber bi bayê ewhaman ve bernedin û bûyer bi xelkê Îranê û meseleyê hundir ve pêwendîdar e.

"Daxuyanî û helwesta Trump bi şikleke eşkere fîtekîkirin e"

Serokê  Komîteya Karên Navneteweyî ya Senatoya Rûsyayê  Konstantin Kasaçov jî derbarê mijarê de daxuyanîyek da.

Konstantin Kasaçov di daxuyanîya ku belav kir de Amerîka di her firsetê de hewil dide  tevlîhevîyê li Îranê derbixe û dû derbarê mijarê de dû re wiha got: " Helwest û daxuyanîya Trump bi şikleke eşkere fîtekîkirin e.

Li gor daxuyanîyên ku ji teref rayedarên hikûmetê ve hatine belavkirin di bûyeran de 12 kes mirine û 377 kes jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir