• DOLAR 32.543
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2426.432
  • ...
Navê şehîdan li daristanê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şaxên Ciwanan a Bajêra Sêrtê ya HUDA PARê li Tîlloya Sêrtê li arsaya ku ji teref  Midûrtîya Karên Av û Daristanê ve bo 49 salan hatibû hîbekirin de daran çandin û navê Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-8ê Cotmehê de ji teref PKKyîyan ve bi wehşîyane hat qetilkirin û navê Îbrahîm Bîlgenê ku ji teref çeteya terorê ve di  Mavî Marmarayê de hat qetilkirin li daristanê kirin.

Serokê Bajêra Sêrtê yê HUDA PARê  Behçet Sevgîlîyê ku beşdarî çandina daran bû derbarê mijarê de hedîsa "Ger hûn zanibin ew ê qiyamet rabe darê di destê xwe de biçinin" di bîran xist û balan kişand li ser girîngîya mijarê.

Sevgîlî bo çandina daran a li ser navê şehîdan  spasîyên xwe ji xortan re anî zimên û dû re derbarê mijarê de wiha axivî: " Ez wan wan xortên ku li ser navê şehîdan daristanekê çêkirine tebrîk dikim. Em jî bi vê wesîlê li vê derê ne. Piştî çandinê înşallah em ê avdan û karên din ên daran bikin."

Serokê Şaxên Ciwanan ê Bajêra Sêrtê yê HUDA PARê Yaqub Toprak  derbarê mijarê de daxuyanîyek da û diyar kir "Me li ser navê Ayhan Bîlgenê ku di Mavî Marmarayê de şehîd ket û li ser navê Yasîn Boruyê ku li Diyarbekirê bi mezlûmane hat şehîdkirin daristanek çêkir û me tê de 400 darên fistiq û çaman çand. Hemd ji Xwedê re me temamê daran çand. Me ji bo bîranîna şehîdên xwe xebateke wisa kir."(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir