• DOLAR 32.592
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2507.48
  • ...
 "Em dixwazin ku rêyên me bên çêkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muxtarê gund ê ku li ser navê gundîyan daxwaz û gilîyên gundîyan anî zimên derbarê mijarê de diyar kir nexasim dema baran dibare rêyên gundên wan tev dibin herî û bang li rayedaran kir da ku rêyên wan bên çêkirin.

Omerê Çîlê Muxtarê gund di axavtina xwe de diyar kir binesazî û problema avê hatiye çareserkirin û dû re wiha got: " Em niha dixwazin ku rêyên me çêbikin. Di zivistanê de tev dibin herî, millet azarê dikşîne. Ger dewlet van rêyan çêneke em nikarin bi derfeta xwe çêbikin. Em ji dewletê alîkarîyê teleb dikin. Gundî her tim pirs dikin ka çibû, çawa bû? Di ser de jî li gund xwendekar hene ku rewşa me xiraptir dibe."

Çîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew naxwazin xwendekar dema ku çûn mekteba xwe zehmetîyê bikşînin û xwest ku rêyên wan bê çêkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir