Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Fîlîstînê HUDA PARê ziyaret kir
Nevaf Tekrûrîyê Sekreterê Giştî yê Alimên Fîlîstînê li Diyarbekê Serokatîya Bajêr a HUDA PARê ziyaret kir.
Sekreterê Giştî yê Alimên Fîlîstînê Nevaf Tekrûrîyê ku bo ziyaretinan hatibû Diyarbekirê Serokatîya Bajêr a HUDA PARê ziyaret kir û bo hesasîyeta wan a Quds ji wan re teşekur kir.
Tekrûrîyê ku çû ziyareta HUDA PARê ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahaddîn Temel û lijneya digel wî hat pêşîwazîkirin.
Di hevdîtina ku di avahîya partîyê hat kirin de di serî meseleya Qudsê û yên mîna plana şer a Serokê Amerîka, xwepêşanên ku bo Qudsê hatin tertîpkirin û 3yemîn întîfadaya ku rû daye hatin gotûbêjkirin.
Tekrûrî nexasim ji ber wê mîtînga bi navê "Em li Qudsê xwedî derdikevin" a ku li Diyabekirê ji teref HUDA PARê ve hat tertîpkirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û ji HUDA PARê re teşekur kir û got divê ev cûr mîtîng berdewam bikin.
Tekrûrî di hevdîtina ku hat kirin de her weha diyar kir ew întîfadaya sêyemîn a ku piştî qerara naskirina Qudsê wek paytexta sîyonsîtan a Amerîka her ku diçe tesîra xwe zêde dike û divê temamê Mislimanan destekê bidin vê berxwedanê.(ÎLKHA)