• DOLAR 32.368
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2325.452
  • ...
 "Ev zama ku li destheqa esxerîhatiye kirin kêm e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heftîya borî di encama hevdîtinên ku hatin kirin de 199 lîre zam li destheqa esxerî hat kirin. Welatîyên Entabî yên ku derbarê zama ku hatiye kirin de nirxandinan kirin diyar kir ev zama ku hatiye kirin ne bes e, divê bûbana 2 hezar lîre.

Welatîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin li ber wan zamên ku hatine kirin  desteqa esxerî dihêle, divê destheq bê zêdekirin. Welatîyên ku ji hindikbûna destheqa esxerî gazinan kirin her wisa diyar kirin dema ku hesabê ceyran, av, kirê û tiştên din bê kirin  di destên wan de tu tişt namîne ku divê ji ber vê yekê zam li destheqa esxerî bê kirin.

Welatîyên Entabî yên ku ji ÎLKHAyê re axivîn derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Mehmet Aykanat: Divê destheqê esxerî zêdetirî 2 hezar lîreyan be.

Hasan Polat: Divê ji kesên ku hewil didin bi destheqê esxerî  debara xwe bikin bac neyê standin.

Huseyîn Şahîn: Ev zama ku hat kirin ne bi qasî ku e hêvî dikir bû.

Erol Kara: Divê desteheqa esxerî ne di bin 2 hezar û 500 lîreyan de be.

M. Alî Demîr: Ev maaş têra tu kesê ku bi destheqa esxerî dixebitin nake.

Mesut Kalpar: Bo malbateke ku zarokên wan hebe ev maaş hindik e.

Adem Yildirim: Ji xwe nîvê maaş diçe kirê.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir