• DOLAR 32.552
  • EURO 35.05
  • ALTIN 2427.63
  • ...
 "Dûrî wan xwepêşanên ku bi piştgirîya Amerîka tên kirin bin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwepêşanên ku berî vê 3 rojan "bi hinceta bahabûna heyatê" li Meşhed û Kaşmera Îranê dest pê kiribûn vegurîyan xwepêşanên dijberî hikûmetê û li 12 bajêran belav bûn.

Wezîrê Karên Hundir Abdurreza Rahmanî derbarê xwepêşanên ku rû dane de bang li xelkê kir û xwest ku xelk beşdarî wan xwepêşanên "bêdestûr" nebe.

Rahmanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir dibê temamê xwepêşanan bi destûra ku dê ji daraz û walîtîyê bên standin bên kirin û dû re wiha got: " Daraz û hêzên me ewlehîyê  heta niha bo bûyer mezin nebin hewil dane. Ez ji xelkê rica dikim ku xelk beşdarî xwepêşanan nebe û nebin sedem ku problemên din derkevin."

Li Mizgefta Musallayê Mezin a li Tahranê di merasîma ku hat tertîpkirin de Endamê Meclîsa Pîsporan Mahmud Eraqî derbarê xwepêşanên ku rû dane de nirxandinek kir û diyar kir  Îran li dijî xerbê di nav herbeke îqtîsadî de ye, hejmara bêkaran a li Îranê li gor gelek welatên din baştir e, lê dîsa jî xwepêşan bi şikleke zanebûn û bi piştgirîya ku ji derve tê standin tên birêvebirin.

Berdevkê Karên Derve Behram Qasimî jî derbarê daxuyanîya Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîka  Heather Nauert de nirxandinan kir û ji daxuyanîya ku hatiye dayîn de bertek nîşan da. Qasimî di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir Amerîka mudaxeleyî karên hundir a Îranê dike.

 Serokê Amerîka Donald Trump di her firseta ku bi dest dixist de  daxwaza xwe ya rakirina peymana nukleer a ku di dewra Obama de bi Îranê re hat kirin dianî zimên derbarê xwepêşanên ku li Îranê rû dane de li ser twîtterê wisa gotibû " Gelek xeber tên ber destên me ku welatî xwepêşanên aştîyane tertîp dikin. Birêveberîya Îranê  divê  xwe îfadekirin jî di nav de rêzê li mafên xelkê nîşan bide. Dinya xwepêşanan dişopîne."

Di daxuyanîya ku ji Wezareta Karên Derve ve jî hatibû dayîn de jî bang li temamê neteweyan hatibû kirin da ku "destekê bidin xelkê Îranê." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir