Alimên herêmê dê bo Qudsê bicivin
Bo girîngîya Qudsê ya di alema Îslamê de bê diyarkirin di heftîyên pêş de ji teref Îttîhadul Ulema ve bi beşdarbûna alimên herêmê civînek bê tertîpkirin.
Piştî ku Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump qerara naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlan kir re ji qerarê re gelek bertek hatin nîşandan û xwepêşan hatin lidarxistin. Di bergeha vê qerara ku ji teref şeytanê mezin Amerîka ve hatiye dayîn de ew ê li Diyarbekirê bi beşdarbûna alimên herêmê ji di pêşîvantîya Îttîhadul Ulemayê de civînek bê tertîpkirin da ku girîngî û ehemîyeta Qudsê ya di alema Îslamê de cardin bê nîşandan.
Sekreterê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Muhammed Ozer derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û got: " Em ê wek Îttîhadul Ulema di heftîyên pêş de bi beşdarbûna ulemayê herêmê û rîspîyan civîneke berfireh bê tertîpkiirn. Bo vê civînê pêşcivînek hat kirin û qerar hatin girtin. Dema ku me dîroka civînê diyar kir em ê bi çapemenîyê re parve bikin. Em ê temamê aliman vexwînin vê civînê. Biya min ger yekîtîya aliman çêbibe dê di nav ummetê de hessasîyata li hember Qudsê baştir bibe."
Endamên Îttîhadul Ulemayê yên bi navê Abdurrahman Ozekîncî û Fesîh Memîş jî derbarê mijarê de diyar kirin Quds ne tenê doza Ereb û Fîlîstînîyan e, ya temamê ummetê ye.Divê Quds di her derdor û meclîsê de bê vegotin.(ÎLKHA)