• DOLAR 32.371
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2325.29
  • ...
Ji xwendekarên feqîr re alîkarî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Edenê ji teref IHO-EBRARê sazîya alîkarîyê ya navneteweyî û Weqfa Kerwanê ya Umûdê ya Edenê ji xwendekarên feqîr û jar re di bergeha projeya "Bila zarok nequfilin" de alîkarîya pêlav û montan hat kirin.

Cevdet Dîzlekê ji rayedarên Weqfa Kerwana Umûdê yê Edenê derbarê mijarê de diyar kir heta niha ji teref wan ve li bajêr 160 xwendekaran re alîkarîya mont, pêlav û amîrên kirtasîyê hatine kirin û ew ê alîkarîyên wan seranserî zivistanê berdewam bikin.

Dîzlek di daxuyanî ku da de destnîşan kir ew li Seyhan, Sariçam, Ceyhan û Karataşa Edenê  bi navbeynkarîya îdarevanên mekteban ji 160 xwendekaran feqîr û jar re  alîkarîya mont, pêlav û amîrên kirtasîyê kirine û ew ê ev xebatên wan ên alîkarîyê di sala 2018an de jî berdewam bikin.

Dîzlek di dawîya axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir û diyar kir "Bi sedan xwedenkarên feqîr û jar ên ku me berî niha wanan tespît kirine niha li benda alîkarîyê ne. Ger kesên xêrxwaz di vê bergehê de ji me re bibin alîkar em ê xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir