Dê û 6 zarokên wê ji dûwê sobê bi jehrê ketin
Li Midyada Mêrdînê dê û 6 zarokên wê ji dûwê sobê bi jehrê ketin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Nebilêya Midyada Mêrdînê dê û 6 zarokên wê dema ku di xew de bû ji dûwa sobê ya ku li hundir belav bû bi jehrê ketin. Dê Hayrîye Aktaş û zarokên wê yên bi navê Îsmaîl (5), Özge (11), Aynur (17), Rojda (11), Muhammed (8) û Enes (17) bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa tevan baş e.(ÎLKHA)