• DOLAR 32.507
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2430.688
  • ...
Serokbajarê Sêrtê yê HUDA PARê rojev nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokbajarê Sêrtê yê HUDA PARê Behcet Sevgîlî li giştiyê Sêrtê esnafan ziyaret kir û li derd û pisgirêkan wan guhdarî kir. Sevgîlî, derbare gazin û pisgirêkên hemwelatiyan de daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist.

Serokbajarê Sêrtê yê HUDA PARê Sevgîlî, di daxuyaniya çapemeniyê de behsa ziyaretên esnafan kir û derbarê pisgirêk, daxwaz û hêviyên wan de daxuyani da.

Sevgîlî destnîşan kir ku em wek teşkîlatê HUDA PARê yê Bajarê Sêrtê me esnafên xwe ziyaret kir û me li gazin û giliyên wan guhdarî kir. Ji bo em pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin me cehd û xeyret kir û me bi kesên desthelat re hevdîtin kir û me hewl da ku em bibin dengê esnafên xwe.

Sevgîlî, weha li axaftina xwe dewam kir û got: "Em her hefte esnafên Sêrt û navçeyên wê ziyaret dikin û li gazin û giliyên wan guhdarî dikin. Bi vê wesîleyê me carek din pisgirêk û daxwazên esnafên xwe anîn ziman."

"Bi vî awayî wêneyên nayê xwestin derdikevin holê"

Sevgîlî, ziyareta xwe ya dawî li çarşiya dîrokî ya qesaban kir û îfade kir ku me li daxwaz û xwestekên esnafan guhdarî kir û got: "Pirsgirêkên esnafên me hene. Ji van pisgirêkan yek jî li Sêrtê tunebûna mezbexanê ye. Ji ber vê yekê qesabên me ji mecbûrî ajalên xwe bi îmkan û derfetên xwe serjê dikin. Ev tişt dibin sedema derketina wêneyên ku nayên xwestin û dibe sedemê bîna nexweş ku li çarşiyê belav dibe. Me ev ji wekîlê Serokê Şaredariyê Ceyhûn Beg re got. Mala wî ava be ji me re got me temelê mezbexaneyeke mezin û bi teşkîlat avêtiye û got heta 6-7 mehên din ev pisgirêka wê hel bibe. Pisgirêkên esnafên me bi vî awayî hat çareserkirin, vê me memnûn kir."  

"Ji ber avakirina înşeatan toz û gemar esnafên me mexdûr dike"

Sevgîlî, destnîşan kir ku ji ber xebatên bingeha bajêr û avakirina înşeatan toz û gemar esnafên me mexdûr dike û gelên me ji vê yekê gilîkarin û wisa li axaftina xwe zêde kir: "Em derbarê gend û gemara li ser rêyan jî bi rayedaran re peyîvîn û me giliyên gelên xwe ji wan re got. Li hinek deverên bajêr ji ber xebatên bingehî yên ku dewam dikin û înşeat tên avakirin toz û gemara ku derdikeve holê gelê me mexdûr dike, dibe sebebê xerabûna mehsûlên wan."

"Hêvîya me eve ku; kesên esnaf û welatî neyên cizakirin, kesên diziyê dikin bila bên cizakirin"

Sevgîlî, behsa pisgirêken din ya li Sêrtê kir û îfade kir ku li Sêrtê pisgirêka diziyê nayê çareserkirin û îfade kir bûyerên diziyê welatiyên me mexdûr dikin.

Sevgîlî di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku lazime li hember bûyerên diziyên cizayên giran bên dayîn û wiha got: "Ne tenê li Sêrtê, bi rastî li temamê welatên me bûyerên diziyê zêde bûne û di gel vanankesên diz ji teref mahkemeyan ve di cî de tên berdan ku ev jî gelê me pir mexdûr dike. Lê belê kesên tên mexdûrkirin ji teref mehkemeyan ve tên perîşankirin ku ev mexdûriyeta li ser mexdûriyetê  ye. Hêvîya me eve ku; lazime kesên esnaf û welatî neyên cizakirin, bila kesên diziyê dikin bên cizakirin." 

"Lazime ji bo pêşîya van bûyeran bê girtin tiştên hewce ye bên kirin"

Sevgîlî, îfade kir ku pisgirêkên esnafên qesab jî hene, lewra qesab dibêjin dema em ajalan ji bo serjê kirinê dikirin hinek ji wan ducanî derdikevin ev jî esnafan mexdûr dike û esnafên me ji vê yekê gazinkar in.

Sevgîlî wisa got: "Gazinekî esnafan yê din jî heye li gor me jî ev pir mihîm e, ev jî di warê serjêkirina ajalan de ye ku di dema ducaniyê te serjêkirin. Çawa wextê seyda masî û ajalên wek xezalê hene û ji bilî wan wextan seyda wan qedexe ye ku lazime di dema ducaniyê de serjêkirina ajalên din jî qedexe be. Lewra bi vî awayî hem aborî xisarê dibîne û hem jî dibe sedema qirkirinê." 

"Welatiyên Sêrta kevn dilnerehetin û gilîkarin"

Sevgîlî, îfade kir ku taxên ku em wek Sêrta kevn tabîr dikin avahîyên hatine terkkirin bûne wek mekanên balî û tinerkêşan ku lazime desthilatdar gavek berî gavekê ji vê yekê re çareserîyekê bibînin.

Sevgîlî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Taxên wek Sêrta kevn tên zanîn ji ber hin ji wan hatine terkkirin ew bûne wek mekanên esrarkêş, tînerkêş û tiryakkêşan. Ji ber vê yekê gelê li taxê dije û esnafên wê zehf nerehet dibin. Em ji bo vê pisgirêkê jî bi desthilatdaran re axifîn û me jî wek xelkê taxe xwest ku demildest çareseriyekê ji vê pisgirêkê re bibînin. (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir