• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Wezîfeya Misliman bicîkirin û jîyana çanda Îslamê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dekanê Fakulteya Zanistên Îslamî yê Zanîngeha Adiyamanê Prof. Dr. Hamdî Gundogar derbarê pîrozbahîyên sersalê û piyangoya mîllî de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û diyar kir Mislimana divê xwe ji wan tiştên ku di Îslamê de cihê wan tuneye mihafeze bikin.

"Tiştekî bi navê pîrozbahîyên sersalê di nav çanda Îslamê de tuneye"

Gundogar di daxuyanîya ku da de destnîşan kir pîrozbahîyên sersalê  bi temametî aîdî çanda Xiristîyan e, lê belê ev pîrozbahî di nav alema Îslamê de gelekî zêde cî girtine. Gundogar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Halbûkî tiştekî bi navê pîrozbahîyên sersalê di nav çanda Îslamê de tuneye. Ger Mislimanek beşdarî pîrozbahîyên sersalê  bibe ev yek vî tiştî nîşan dide: Mislima bi şikleke konjonkturel di bin tesîra çanda hakim de mane. Halbûkî wezîfeya eslî ya/yê Mislimanekê/î bicîkirina çanda Îslamê û jiyana wî ye."

"Wezîfeya me ya eslî nirxandina salekî borî ye, xwe kişandine hisabê ye"

Gundogar di berdewama axavtina xwe de hedîsa pêxemberê Hz. Muhammed "Kî bişbihîne qewmekî ew ji wan e" di bîran xist  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wezîfeya me beşdabûrna şahî û pîrozbahîyên ku aîdî çanda Xiristîyan in nîne, wezîfeya me ya eslî nirxandina salekî borî ye, xwe kişandine hisabê ye, ji bo sala were plan û hisabên baş kirine. Gelek Misliman muptelayî tiştên mîna sersalê yên ku di çanda wan de tuneye bûye. Divê Misliman haydar û baldar be."

"Bi şikleke eşkere û teqez pîyangoya mîllî heram e"

Gundogar di dawîya axavtina xwe de derbarê herambûna pîyangoya neteweyî de diyar kir " Ez ji bo wan kesên ku pîyangoya neteweyî dileyzin dibêjim. Bi şikleke eşkere û teqez pîyangoya mîllî heram e. Çawa ku qanser bo însanekî nexweşîyeke pir bi tehlûke be, bi heman awayî  pîyangoya neteweyî û tiştên mîna wî yên ku dikevin kategorîya qumaar e jî bo qezenca me ya helal xetereke pir mezin e."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir