Destheqa esxerî diyar bû
Komîsyona Tespîta Destheqa Esxerî destheqa esxerî ya sala 2018an wek hezar û 603 lîre diyar kir.
Wezîra Ewlehîya Civakî û Xebetê Sarieroglu destheqê esxerî ya sala 2018an eşkere kir.
Sarieroglu di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir di sala 2018an de destheqa esxerî wek brut 2 hezar û 29 û wek saf hezar û 603 lîre hatiye diyarkirin.
Sarieroglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir zem ji sedî 14,2 hatiye kirin ku ev yek ji rêjeya enflasyonê zêdetir e.(ÎLKHA)