• DOLAR 32.518
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2432.252
  • ...
Ji nerakirina heykelên ku keç û kur reqsê dikin re bertek hat dayin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li qada Taşkenta navçeya Şahînbeya Entabê hin peyker û karekterên keç û kur yên bi hevre reqsê dikin hatine çêkirin. Ev rewş bû sedema bertekan. Di bertekan de hat gotin ku: peyker û karekterên bi vî awayî ne li gor dînê Îslamê û ne jî li gor urf û adetên Îslamê ne. Temsîlkarên partiyên siyasî û welatiyan bertek nîşanî rewşê didin lê belê heta niha tu xebatên rakirina peykeran nehatiyê kirin. Gel bangî rayedaran dikin ku bila ev peykeran bên rakirin.

Serokbajarê HUDA PARê yê Entabê Mehmet Nakşî Erat destnîşan kir ku van peykerên ji civakê re tu fêda wan tineye lazime demildest bên rakirin û wiha got: "Karekterên reqsa Firansa û xerbê yên xurufandî kirinin heykel û pêşkêşî gel dikin ev xerabetek mezine". 

Erat,di berdewama axaftina xwede îfade kir ku gelê Misliman yên Entabê 96 sal berê li hember Firensiyên îşxalder bi ezm û îradeyek mezin berxwedan daye û Entab ji bin îşxala Firensiyan rizgar kirine û wisa got: "Di gel van tevan ev axa ku xwîna şehîdan li ser hatiye rijandin bi van karekterên xerbê û Firensiyan tên qirêjkirin ev tişta xurufandine û xerabete."

Erat, bertekên Serokomar Erdogan yên di gehê heykelan de bi bîr xist o got: "Heyf e ku li ser vê axa mibarek ev hêkelana çêkirine. Ev karekterana ji bo wan şehîdên li Entabê xwîna xwe daye bêhurmetiye. Ev ji bo gelê Entabê û manewiyata wê re bêhurmetiye. Em qethiyen dixazin van pûtana ji vir bên rakirin. Di vî warî de gel jî neraziye û gazinkarin. Rayagiştî li hember vê rewşê bêhuzûr dibin. Di vî warîde gel zêde bertekdarin. Di gel vana teva kesên rayedar ji vana re çavên xwe digrin. Em bi îsrar vê dibêjin; Ev tiştên ku ne li gor dînême û ne jî li gor urf û adetên meye û van pûtên ku wek bi dîroka me henek û tinazê xwe dikin divê di cîde bên rakirin."

Erat, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku van pûtana ne li gor dîn, urf û adetên me ne û van karekterên heykelan dibe sedemê texrîbata exlaqê civakê û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Bila şaredarî û saziyên rayagiştî ji gel re xizmetê bikin. Bila van sosretana çênekin. Em dixwazin vana ji vir bên rakirin. Bi taybetî di ban rojana de sersal nêzîk dibe. Bernameyê sersalê tên tertîpkirin. Di vî warî de tiştên ne li gor dînê me ne li gor urf û adetên me tên kirin hene. Em bi şidet li hember van bernameyana derdikevin. Gelê vî welatî ji sedî 99 Mislimanin. Ji ber vê yeke divÊ bernameyên li gor urf û adetên me bên tertîpkirin."

Erat, di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku em neslek li ser eslê xwe dixwazin û wisa got: "Ji bo ew nesla ku em dixazin bê mezinkirin huner zaf girînge. Lê belê mixabin îro em li bernameyên televîzyonan dinhêrin tev Ewerûpa dişopînin. Xweziya xwe bi Ewrûpa tînin. Henekê xwe bi urf û edetên me dikin. Îro civaka me ber bi xerabiyê diçe. Bi taybetî îro dema em li hevberdanan dinêre pir xetereye. Her wekî dînamît xistine binê malbatê. Sedemê vêya jî modernîzîm, bêexlaqî û fikra xerbiyetê heye. Lazime demildest dest ji bêexlaqiyên xerbê bên berdan. Ev pûtana çi fêda wan ji civaka me re heye, ev pûtana niha qala çi diki û çi îfade dikin?"

Endamê GÎKê yê Partiya Saadetê Mehmet Kasapbaşi jî wiha destnîşan kir: "Pûtên bi vî rengî ji milet û memleket re tu fêda wan tineye. Lazime van heykelana bên rakirinî. Hay jê hebin, ji bo van peykeran pereyê dinya yê tên xerckirin. Ev ji bo rihê şehîdan ezabe. Lazime li vir, li navçeya me ya Şehîdkamîl ê navendek çandê û mescîdek haba. Lazime vana di cîh de ji vir bên rakirin. Vana li dijî çanda me li dijî urf û adetên me ne. Em dixwzin di cîh de vana ji vir bên rakirin."

Serokbajarê Entabê yê Partîya Saadetê Mehmet Karalar bertek nîşanî rewşê da û feyde kir ku Firansiyên 11 mehan Entab îşxal kir û 6 hezar û 317 Misliman şehîd kirin ev çi temsîlê van heykelana ye.

Karalar bertekên tund nîşanî rewşê da û wiha berdewam kir: "Tiştên vana dikin mixabin Firensiyan nikarîbûn bikirina. Ev heykelana ne tenê li Entabê tên çêkirin. Berya niha bav û kalên me, padîşahên Osamaniyan bi yek fermanê reqsên li nava Firensa dihat kirin betal dikirin lê îro nevîyên wan rabûne li Entabê van heykelên ne Îslamî û ne exlaqî danîne vê orfê. Ji ber vê yekê me berî niha kesên rayedar hişyar kiribûn. Em niha ji raya girştî di vî warî de piştgiriyê dixwazin. Du sal beriya me li vir daxuyaniyek dabûn. Îro dîsa em heman tiştî dibêjin. Lazime di cîh de van heykelana ji vir bên rakirin. Bi taybetî ev dera Şahînbey û Şehîd Kamîlan lê xwîna xwe rijandin e çêkirina van pûtan a em bi şidet şermezar dikin."

Ji welatiyan Hasan Kûrt pertek nîşanî çêkirina heykelan da û got: "Ev çanda xerbê çi fêda wê ji me re heye? Zarok tên li vir wêneyan dikşînin û wan ji xwe re dikin mînak. Ev tiştana ne li gor urf û adetên me ne. Li gor min di şûna tiştên wisa de lazime ji bo gel tiştên bi fêde bên çêkirin. Tiştên li vir hatine çêkrin xerbê bi meriv dide hezkirin. Li ku dera Tirkiyeyê dansên wisa henin. Li Tirkiye tiştekî wisa tineye. Peykerên ku xweziya meriv bi Firensiyan, Ermeniyan û bi Rûsiyan dikin li vir tên çêkirin. Ka çi fêda vana ji me re hene, em dixwazin van pûtana bên rakirin. 

Ji ehlê Entanbê Emîne Keleş xanim jî destnîşan kir ku tu eleqa me bi vana tineye û wisa got: "Bila van heykelana ji vir bên rakirin. Ger tiştekê bê çikandin, tiştên fêdetir hene bila ew bên çikandin. Van heykelên wisa ne ligor urf û adetên me ne. Lazime vana ji vir bên rakirin. Van tiştana berê me dide xerbê. Lê belê em wek gel ti eleqeya me bi vana tineye. Çi cil û bergê pîrekê çi jî yê zilam ne yê me ne çi karê vana li vir hene." (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir