• DOLAR 32.453
  • EURO 34.487
  • ALTIN 2467.603
  • ...
"Serokomarême yê berê behsa nedîyarkirinê kiriyê bi vê yekî em xemgîn bûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayîp Erdogan dema ji Çadê ber bi Tûnûsê diçû di teyarê de pirsên rojnamevanan bicewab kir. Serokomar derbarê yasaya bi KHK yê ya ku ji sîwîlan re muafîyeta darazê dihanî de wiha got: "Biryar herî eşkereye û em dixwazin ev qerar bi vê awayî dewam bike."

Erdogan li ser nerazîbûna serokomarê 11emîn Abdûllah Gul gazin kir û got: "Behskirina wî ji nedîyartîyê xemgîniye". 

Erdogan wisa li axaftina xwe zêde kir û got: "Hûn li gor çi behsa nediyarkirênê dikin? Kîja made we sewqî muxleqtiyê dike? vê em xemgîn kir. Ew daxuyaniya hatîye kirin bi sedem te tweetê hatîye kirin pêvajo ber bi cîkî din ve biriye. Lê belê ez veya bibêjim, çi Wezîrê me yê Edaletê û çi jî Berdevkê Hikumetê di vî warî de bersivên pêwist dane."

Erdogan derbarê rexneyên li ser berhemê jî axifî û bersiv da îdîayan û got: "Berya viya jî 4 KHKyên ku van madeyana tê de habûn hatin îlankirin. Heta roja îro tu kesî derbarê wan de tu deng dernexistîye. Niha di vê KHKa dawîde hin kes hêrsbûn. Lê belê wek min got ev muafîyeta darazê ji bo 15 Tîrmehê ye. Ji xeynê veya ne tiştekî dine. Em vê yasayê bi vî awayî dixwazin biparêzin û dewam bikin. Weke ku tê îdîakirin wê xelet bê şîrovekirin heger wê çaxê xelet bê şîrovekirin wê çi hewcebe bên kirin. Di rewşek wisa de perlemento û darazê çi hewcebe bikin." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir