• DOLAR 32.488
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2478.533
  • ...
Di pêşbirka xwendina ezanê de xwendekarê kor bû yekem
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Midûriyeta Giştî ya Mamostetiya Dîn û Exlaqê ya Wezareta Perwerdeya Mîllî ya bajarê Çewlegê li navçeya Kanîreşê di navbera dibistanên navîn yên îmam xetîban de pişbirka bi navê "Pişbirka Ciwanan ya Xweş Xwendina Qur'an û Ezanê" hat tertîbkirin.

Pişbirka li mizgfta mezin ya Kanîreşê hat tertîpirin 10 dibistan û 17 xwendekar beşdar bûn

Li vir Midûrê Perwerdeya Ntewî yê Çewligê Kadrî Engîn xîtabî beşdarankir û îfade kir ku ji ber ew başdarî vê pişbirkê bûye pir bextewar bûye.

Ergîn wiha got: "Îro li vira birayên me Qur'ana Pîroz bi şiklekî herî xweşik xwendin û carek din Qur'an bi me da hezkirin û em teşwîq kirin. Em ji bo wan malavahiya xwe tênin ziman. Bila ji vê rêya pîroz dernekevin û ji malbata xwe, hevalên xwe û temamê ciwanan re bibin mînak. Ev zileta îro civak di nav de ne encex bi nûra Qur'anê û bi hezkirina Qur'anê ji bo ciwanan mimkune. Ez ji temamê kesên ji bo van ciwanên me perwede dikin di serî de ji malbata wan, ji birayên wan, ji mamosteyên wan û ji revebirên dibistanên wan re cûda cûda malavahîya xwe tînim ziman".  

Di pêşbirka xwendina Qur'anê de xwendekarê Dibistana Navîn ya Îmam Xetîba Şehîd Hecî Ahmet Alan ya Kanîreşê Alî Amîl di pêşbirkê de bû yekem, xwendekarê Dibistana Navîn ya Navendê Ebûbekîr Yararli bû duyem û xwendekarê Dibistana Navîn ya Şehîdê 15ê Tîrmehê Davût Bûrkay jî bû sêyemîn." 

Di pêşbirka xweş xwendina ezanê de xwendekarê Dibistana Navîn ya Îmam Xetîbê ya Yeşîlova Abdûlkerîm Yildizê astengdarê çavaye û kore bû yekem, xwndekarê Dibistana Navîn ye Îmam Xetîba Dara Hênê Yûsûf Doner bû duyem û xwendekarê Lîseya Îmam Xetîbê ya Mîllî Îradeyê ya 15 Tîrmehê Yûsûf Bedîr Emen bû sêyemîn.

Xwendekarên ku ketin derecêyê ji teref Kadri Engin ve bi zêr û plaketê hatin xelatkirin. Kesên beşdar jî bûn bi belgeya beşdarbûnê û diyariyên ji hev cûda hatin xelatkirin.

Midûrê Perwerdehi ya Mîllî yê Çewligê Mehmet Arslan û Midûrê Perwerdehi ya Mîllî yê navçeya Kanîreşê Mehmet Alî Yildiz, midûrên dibistanan, xwendekar û malbatên xwendekaran beşdarî bernameyê bûn. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir