"Êdî mezûnê Îlahîyatê wê wek mamosteyên dîn û exlaqê werin tayînkirin"
Ji teref Wezareta Perwerdeya Mîllî ve hat îfadekirin ku êdî mezûnên fakulteya îlahîyatê wê wek mamosteyên dîn û exlaqê werin tayînkirin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) beyanatek derbarê wezîfedarkirina mamosteyan de belav kir. Di demên dawî de hin nîqaş derketibûn ku êdî mezûnên îlahîyatê wê nikarin bibin mamosteyê dîn û exlaqê, ji ber vê yekê Wezareta Perwerdehîyê li ser van îdîayan beyanatek belav kir.
"Êdî li hemberî mezûnê îlahîyatê tu pirsgirêk nema ku bibin mamosteyên dîn û exlaqê"
Di beyanata Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) de wiha hat gotin: "Li hember wezareta me ji bo mezûnê îlahîyatê nebin mamosteyên dîn û exlaq mehkeme hatibû vekirin. Wezareta me li hember vê biryarê îtîraz kir û Şûrayê Dewletê ya Daniştayê di 09/10/2017an de bi biryara 2017/709an hat redkirin. Dema mehkeme hat dîtin Daîreya Daniştayê ya 12emîn di 30/10/2017an de destnîşan kir ku kes nikarin di heqê vê dozê de qirarê bidin ji ber vê yeke ev biryar hatîye betalkirin. Ji teref wezareta me ve serokatîya Talîm û Terbîyeyê wê pêwistîyên di vî warî de hebin bikin. Bi vî awayî ji niha û pêde tu pirsgirêk li hember mezûnê îlahîyatê nemane ku bibin mamosteyên dîn û exlaqê. (ÎLKHA)