Di Behra Egeyê de erdhej
Di Behra Egeyê de di mezinahîya 4.8an de erdhejek pêk hat.
Li Kendeva Îzmîrê li gor pîvana Rîchterê di mezinahîya 4.8an de erdhejek pêk hat.
Enstîtûya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogaziçîyê ragihand erdhej derdora seat 08.13an de 16,98 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Hat ragihandin erdhej di navbera Foça û Karaburunê de pêk hat û li Îzmîr, Manîsa û derdora wan hat hîskirin.
Di erdheja ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.(ÎLKHA)