• DOLAR 32.322
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2292.96
  • ...
Ezma xwendinê ya pîrekên pîr xwezîyê bi xwe tîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pîrekên Diyarbekirî yên ku nizandin xwendin û nivîsandinê û ji ber vê yekê gelekî zehmetî dikşînin diçin kursên ku ji teref Navenda Perwerdehîya Xelkê ya Kayapinarê ve hatiye vekirin û hewil didin hînîn xwendin û nivîsandinê bibin.

Pîrekên ku diçin kursê digel temena xwe ya dirêj bi ezm û cehdeke mezin hewil didin hînî nivîsandin û xwendinê bibin. Pîrek bi vî awayî hewil didin ji heqê astengî û zehmetîyên rojane bên.

Mensûre Aslana 60 salî ya ku nevîyên wê hene derbarê mijarê de diyar kir ew piştî ku dest bi xwendin û nivîsandinê kir bêhna wê gelek zêde derketiye û rihet bûye.

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir berê mekteb tunebûb û nedihiştin ku jin mektebê bixwînin û dû re wiha li axavtin axavtina xwe zêde kir: " Lawik karibûn biçin, lê qîz nikaribûn biçin mektebê. Ji ber ku ez bo nivîsandin û xwendinê tên vê derê pir kêfxweş im. Berê me gelekî zêde zehmetî dikîand, lê niha ne wisa ye. Êdî dema ku bi telefonê karê min çêdibe êdî ez zehmetîyê nakşînim. Ez dixwazin ew kesên ku emrê wan mîna yên min in jî werin vê derê û hînî xwendin û nivîsandinê bibin. Ji bo îmkaneke wisa dan me ez ji rayedaran re spas dikim."

Xaltîya bi navê Xerîbe Yaşara 65 salî jî derbarê mijarê de diyar kir ew bi xwendin  û nivîsandinê tên kursê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku em çûn dermanxanê, nexweşxanê em naxwazin zehmetîyê bikşînin ku em ji bo vê yekê tên vê kursê. Niha ez dikarim navê xwe binivîsînim.  Mamsoteyên me gelekî baş bi me re eleqedar dibin. Berê dema karê me bi  telefonê dibû me ji lawên xwe alîkarî dixwast, lê êdî pêdivîya me tuneye. Em xwendin û nivîsandinê ji kesên mîna me re tewsîye dikin."

Hînkera kursê Rijda Demîrkan derbarê mijarê de diyar kir kesên emirdirêj ên ku tên kursê gelekî zêde bi ezm û cehd in û hewil didin da ku hînî nivîsandin û xwendinê bibin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Navenda Perwerdehîya Gel a Kayapinarê Enver Kizil ve jî hat destnîşankirin ew temamê kesên ku nizanin xwendin û nivîsandinê vedixwînin navendê.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir