• DOLAR 32.581
  • EURO 34.936
  • ALTIN 2426.871
  • ...
Li yetîmên Sûryeyî mont û pêlav hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saziya Alîkariya Navneteweyî IHO-EBRAR ya ku navenda wê li Hollandayê ye û Weqfa Karwana Ûmûdê di çarçoveya qampanyaya "Bila Zarok Neqefile" alikarîya zarokên Sûryeyî ên ku ji ber herba navxeyî dê û bavên xwe wenda kiribûn alîkarîya mont û pêlavan kirin.

Li Sûrye yê je ber herba navxweyî gelek zarok êtîm û sêwî man. Ji teref Mensûbên Komeleya Hevkarîya Civakî ya Tenduristîyê (Sağlık-Der)ê ve ji bo zarokên êtîm û sêwî li Kîlîsî binavê Halîme Sadîye malek êtîma hat avakirin û 100 zarokên bê dê û bav lê dijîn. IHO-EBRAR û Weqfa Karwana Ûmûdê alîkarî van zarokana kir.  

Zarokên êtîm û sêwî yên sol û mont girtin pir kêfxweş bûn. Ji karbidestên Weqfa Karwana Ûmûdê yê Entabê Nîhat Bakşî derbarê alîkariyên hatine kirin de ji ÎLKHAyê re peyîvî û destnîşan kir ku zarokên li sêwîxaneyê dimîne bi alîkarîya xêrxwazan me sol û mont li wan belav kir.

"Lazime meriv kêfa zarokan dîtibana"

Bakşî destnîşan kir ku ew her tim ji ba zarokên êtîm dixebitin û îfade kir ku ji ber alîkarîya IHO-EBRARê em mal avahîya xwe tînin ziman û wisa got: "Em îro ji Entabê hatin Kîlîsê. Li vir gelek malbatên Sûryeyî yên di bin şerdê zor û zehmet de hene. Ji ber herba navxweyî welatên xwe terk kirine û hatine Kîlîsê. Gelek ji vana jî sêwîne. Me jî bi alîkarîya IHO-EBRAR û Weqfa Karwana Ûmûdê alîkarîya êtîmên li Sêwîxane ya Helîme Sadîye kirin. Û di vê çarçoveyê de me mont û pêlav li zarokan belav kir."

Bakşî îfade kir ku dema me alîkarî bekav dikir em dîlsîz bûn û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bi rastî lazikme meriv vê kêfxwşîya zarokan bi çav bibîne. Bi rastî em pir hestyar kir. Lewra zarokên li vir tev êtîmin û teva di hetba navxweyî ya li Sûryeyê bavên xwe wenda kirîye. Dayîkê wan, xizmê wan tev li Kîlîsê bi cîh bûne. Li vir di bin şert û mercên zor û zehmet de debara jîyanê dikin. Her tim li hêvîya alîkarîya xêrxwaza ye. Em jî wek Karwana Ûmûdê me destê alîkarîyê dirêjî zarokan kir."

"Lazime meriv êtîma kêfxweş bikin"

Bakşî da zanîn ku wan mont û pêlav li 100 zarokan belav kirîye û îfade kir ku wê alîkarîyê wan dewam bike.

Bakşî di berdewama axaftina xwe de wisa got: "Bi taybetî êtîmtîya wan em pir mehzûn kir. Lê belê dema me mont û pêlav li wan belav kir kêfawan em bextewar kir. Me heta niha alîkariya 100 zarokî kirin. Bi îzna Xweda di rojên pêşîya me da emê li zarokê Sûryeyî yên li Entabê perwerdehîyê dibînin mont û solan belav bikin. Em wek Karwana Ûmûdê wê xebatên me yên alîkarîyê bê navber dewam bike. Wekfa Karwana Ûmûkê li giştîyê Tirkîyeyê xebatên xwe yên alîkarîyê dewam dike. Ji ber vê yekê am ji Karwana Ûmûdê re teşrkur dikin. Bi rastî em dixwazin kesên xêrxwa werin li vir van zarokana bibînin. Lazime di vî warî de zêdetir baldar bin. Daxaza me ji kesên xêrxwaz eve."

"Bi kêfxweşîya zarokan re em jî kêf xweş bûn"

Serokê Komeleya Saglik-Der ya Kîlîsê Yahya Ozturk bi sedem alîkarîyên IHO-EBRAR û Weqfa Karwana Ûmûdê malavahîya xwe anî ziman û ji wanre teşekur kir.

Ozturk îfade kir ku ji herba navxweyî ya li Sûryeyê herê zêde zarok û pîrekan zirar dîtîye û wisa got: "Me ji bo alîkarîya zarokên êtîm û sêwî bike miracaatê Weqfa Karwana Ûmûdê kir. Mala wan ava be îro Weqfa Karwana Ûmûdê û IHO-EBRARê alîkarîya 100 zarokî kir û li wan mont û pêlav belav kir. Em dixwazin malavahîya xwe ji bo wan bînin ziman. Bi rastî dema me mont û pêlav li zarokan belav kir me ew kêfxweşîya zarokan di wecê wan de dît. Em kêfxweş û bextewar bûn. Em bi zarokan re kêfxweş bûn.

Di dawîya axaftina xwede Ozturk ji Weqfa Karwana Ûmûdê û IHO-EBRARê re teşekur kir. (ÎLKHA)



















































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir