• DOLAR 32.522
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2434.511
  • ...
Weqfa Karwana Ûmûdê li Xezzeyê pakêtên xidayê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşên çeteyên sîyonîstên îşxalker de devera Xazzeya Fîlîstînê zor û zehmetîyên giran dikşîne. Weqfa Karwana Ûmûdê li devera Xazzeya Fîlîstînê di çarçoveya xebatên alîkarîyê de alîkarîya malbatên feqîr û mixtac kir û pakêtên xidayê belav kir.

Karbidestên Weqfa Karwana Ûmûdê destîşan kirin kû li devera Xazzeyê ji ber dorpêç kirin û êrîşên çeteyên sîyonîstên îşxalker de gelek malbat di bin şert û mercên zor û zehmet de debara jîyana xwe dikin û wisa hat gotin: "Ji gelek hêlan pêwistiyên birayên me ên Xazzeyî hene. Di warê tenduristî, perwerdehî û sitarbûnê de pêdêvî û îhtiyacên zêde hene. Mixabin ji ber dorpêçkirin û ambargoyê gel di jiyana xwe ya rojane de zehmetîyên mezin dikşînin. Em wek Weqfa Karwana Ûmûdê ji bo ji birînên birayên xwe yên feqîr û mixtac re bibin merhem em li virin. Me li Xazzeyê dest bi belavkirina alîkarîyên xwe yên ewil kir. Li Xazzeyê ji ber ambargo û dorpêçkirinê gel zehmetîyên mezin dikşîne û Weqfa Karwana Ûmûdê ji wan re bû wek hêvîyekê. Me li Tirkîyeyê ji gelek navçe û bajaran alîkarî kom kiririn. Alîkarîyên me kom kirin em niha li malbatên mixtac belav dikin. Mala Xwedê ava be Weqfa me alîkarîyên xêrxwazan da me bi serbilindî gîhand kesên mixtac û belav kir." (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir