• DOLAR 32.525
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2437.831
  • ...
STKyên li Êlihê Rektor Durmuş protesto kirin û îstîfaya wî xwestin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Metna daxuyanîyê li ser navê STKyan ji teref Serokê Şaxa Êlihê yê Egitim-Bîr-Senê Mehmet Ergîn ve hat xwendin. Ergîn di daxuyanîya ku li ser navê STKyan da de destnîşan kir rihê 28ê Sibatê ji nû ve vejiyaye û divê Prof. Dr. Aydin Durmuşê Rektorê Zanîngeha Êlihê demildest dev ji wezîfê berde.

"Dekantî  bi meqsada xwedekaran îqaz bike bi fermanê rektorîyê ji zêdetirî 400 xwendenkaran re  ji ser Watsappê peyam şandiye"

Ergîn di berdewama daxuyanîya xwe de qala rêziknameya cil û bergan a ku bi îmzeya Rektor Durmuş ji dekantîya Fakulteya Ilmên Îslamî re hatiye şandin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dekantî jî bo meqsada xwedekaran îqaz bike bi fermanê rektorîyê ji zêdetirî 400 xwendenkaran re  ji ser Watsappê peyam şandiye. Di vê nivîsa ku tê de xuya dike rihê 28ê Sibatê cardin vejîyaye de kesên ku "bi temametî nixûmandî ne, bi pardosû ne, bi peçe ne û bi berçavk in" tev wek kesên şikdar hatine îlankirin. Divê rektor îzah bike ka hassasîyetên kîjan kesan û navendan li ber çavan digre ku ji ber cil û bergan rewşeke metirsî û fikarê derdikeve holê."

 "Nivîsa cil û bergan ji teref dekantîyê ve ji xwendekaran re hatiye şandin"

Ergîn di berdewama daxuyanîyê de diyar kir peyam ji teref dekantîyê ve ji xwendekaran re ji ser Watsappê hatiye şandin û haya raya giştî û çapemenîyê bi vî awayî jê çêbûye ku tu eleqeya Yrd. Doç. Dr. Davut Okçuyê ku bi hinceta belavkirina metna  ku ji dekantîyê re hatiye şandin ji kar hatiye dûrxistin bi vê yekê re tune ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Rektor Durmuş piştî vê meseleya ku silavan ji rihê 28ê Sibatê re hatiye şandin derket holê re dihat hêvîkirin ku bi paşve gav bê avêtin û lêborînê bixwaze;lê belê  gavina din ên sosret avêt û Yrd. Doç. Dr. Davut Okçu ji vî karî berpirsiyasr dît û wî ji wezîfê dûr xist."

Ergîn di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew talîmata ku hatiye dayîn acizîya li hember tesetturê nîşan dide ku tu carî û bi tu awayî tehemûla milletê me ji zihniyeta qedexeker re tuneye.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir