• DOLAR 32.499
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2431.011
  • ...
 "Serokê Amerîka kar ji tehmê derxistîye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qerara Amerîka ya naskirina Qudsê wek paytexta siyonîstên îşxalker piştî ku di Konseya Ewlehîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat gotûbêjkirin û ji teref Amerîka ve hat vetokirin re, vêcar jî dê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bê gotûbêjkirin û dê bo pêşnûmayê di seat 18.00an de deng bê avêtin.


Trump berîya dengavêtinê di daxuyanîya ku belav kiribû de gefê li welatên ku endamên NYyê ne xwaribû û wisa gotibû: "Ji me bi sedan milyon  hetta bi milyar dolaran  alîkarîyê distînin. Dû re jî radibin li dijî me deng didin.Em dengan dişopînin.Dev ji wan berdin bila li dijî me deng bidin. Em ê wê demê gelek pereyan di destên xwe de bigrin. Êdî ne xema me ye."

Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê van gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump de  daxuyanî da û got: "Serokê Amerîka kar ji tehmê derxistîye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir