• DOLAR 32.536
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2493.286
  • ...
SON DAKİKA
Şebekeya terorê ya îşxalker îşxala xwe ya li Şerîaya Rojava didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor xebera rojnameya Haaretza ku li wan avên ku ji teref çeteya terorê ve hatine îşxalkirin tê weşandin, hikûmeta Serokwezîrê sîyonîst Binyamîn Netenyahu ew ê li herêma Agvara Şerîaya Rojava ya ku ji teref wan ve hatiye îşxalkirin dê avahîyên ku kapasîteya wan 10 hezar kesane ye înşa bikin.

Di xeberê de hat ragihandin li wê herêma ku lê 20 warên îşxalê hene û 4 hezar û 500 sîyonîst lê hatine bicîkirin terorê rejîmê dixwaze vê hejmarê zêdetir bike.

Sîyonîstan ji sala 1967an vir ve li Şerîaya Rojava ya ku îşxal kirine de 131, li Qudsa Rojava 10 û li herêmên li ser girikên Şerîaya Rojava jî tev de 116 warên îşxalê çêkirine.

Li gor hiqûqa navneteweyî îşxala ku li van herêman hatine kirin tev dereqanûnî ne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir