• DOLAR 32.595
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2505.43
  • ...
Xwendekaran plana şer a Amerîka protesto kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump Qudsê wek paytexta siyonîstên îşxalker nas kir re li gelek deran mîtîng û xwepêşan hatin tertîpkirin û qerar û plana şer a Amerîka hat telînkirin. Ji ber bertekan yek jî li Êlihê ji teref xwendekarên Zanîngeha Êlihê ve hat nîşandan.

Platforma  Ciwanîya Îslamî ya Zanîngeha Êlihê bi meş û daxuyanîya ku tertîp kirin  plana şer a Amerîka telîn kirin.

Piştî meşa ku hat lidarxistin daxuyanîya çapemenîyê hat lidarxistin. Daxuyanîya çapemenîyê li ser navê komê ji teref Ebubekîr Basut ve hat xwendin.

 "Ger Quds biçe em nikarin Medîne, Mekke û Kabê mihafeze bikin"

Basut di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Quds paytexta Fîlîstînî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Qudsa ku qibleya ewil e û bajarekî kevnar a Îslamê ye wek paytexta sîyonîstan îlankirin bi şikleke eşkere îlankirina şer e. Fîlîstîn dewleteke mezlûm û mexdûr, îsraîl j, dewleteke îşxal û terorê ye. Quds rûmeta me ye, îffeta me ye. Quds bo temamê dînên semawî muqaddes  û bo temamê însanetîyê mîraseke hevpar e. Ji wê şebekeya terorê ya ku pêxemberên ji wan re hatine şandin bi xwe jî kuştine re bostik ax jî nikare be terkkirin. Belê Quds paytexta Fîlîstînê ye. Quds ne paytexta îsraîla ku şebekeya terorê ye û nabe jî. Em vê baş dizanin ger Quds biçe em nikarin Medîne, Mekke û Kabê mihafeze bikin. Quds namûs û heysîyeta me temaman e. Divê welatên Îslamê  dev ji wek dewlet naskirina çeteyên siyonîst berdin."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir