• DOLAR 32.573
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2432.524
  • ...
Heyeta HUDA PARê bi Rektorê Zanîngeha Êlihê re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Dr. Aydin Gokê ku ji karên civakî berpirsyar e dıgel bi heyeteke pê re li ser îdîayên "qedexeya teseturê" bi Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Dûrmûş, bi Yrd. Doç. Dr. Davût Okçûyê ku piştî îdîayan ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û bi temsîlvanên xwendekaran re hevdîtin kir.  

Ev çend rojên dawîn li gor di çapemenî û raya giştî de derdikeve holê "Di navbera rektorî û dekanîya Zanîngeha Êlihê de hin nivîsên ku derbarê zehmetîyê ji teseturê re tên derxistin di medyaya civakî de derket holê û piştî vanan hin kes ji wezîfeyê hatin dûrxistin" derbarê mijarê de ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve ji bo di cî de lêkolînan bike heyetek hat wezîfedarkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Dr. Aydin Gokê ku ji karên civakî berpirsyare digel bi heyeteke pê re ji bo derbarê bûyerê de bibe xwedî fikr bi heyeta pê rê rêzek hevdîtin kirin. Di vê çarçoveyê de bi Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Dûrmûş, bi Dekanê Fakûlteya Ilmên Îslamî Yrd. Doç. Dr. Davût Okçûyê ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û bi temsîlvanên xwendekaran re hevdîtin kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Dr. Aydin Gok piştî hevdîtinan ji ÎLKHAyê re beyanateke kurt da û îfade kir ku em ê bi temamê hêlan re hevdîtinên xwe bikin û piştî van hevdîtinan em ê nirxandinên xwe ji navenda giştî re parve bikin û em ê taqîbkerê mijarên bin.

Gok îfade kir ku: "Di demên dawî de li zanîngeha me ya Êlihê hin tişt qewimîn. Ev mijar di raya giştî û medyaya civakî de hat rojevê. Ji bo em li temamê hêlan guhdarî bikin û şahidîyek bi edalet bikin li ser navê navenda giştî ya partîya me, me xwest ku em li terefan guhdarî bikin. Agahiyên ku me bi dest xistîye em ê wek raporekê amade bikin û bişînin navenda giştî. Bi taybetî di warê teseturê de em ê li ser vê mijarê bisekinin û bişopînin." (ÎLKHA)  

























Bu haberler de ilginizi çekebilir