• DOLAR 32.37
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2325.369
  • ...
 "Gelo ew ê nava bistîne û ceza bide wan?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê mijara gefxwarina Amerîka ya li welatên Neteweyên Yekbûyî de diyar kir "Ew ê Amerîka navan bistîne û dê ceza bide wan? Ew ê sibe hemû kes di Neteweyên Yekbûyî de li gor wijdana xwe raya xwe bi kar bîne."

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu berî ku derbasî Amerîka bibe daxuyanîyan da. Çavuşdoglu di daxuyaniya ku da de derbarê gefên ku ji teref Amerîka ve li welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne hatiye xwarin nirxandi û got: " Em dibînin Amerîkaya ku bi tena serê xwe maye dest bi gefxwarinan kiriye û dibêjin 'em lê binêrin ka çi rayî daye û em ê vê yekê ji serok re rapor bikin.' Hûn bi standina navan çi bikin, hûn wan deran jî ma îşxal bikin an jî ceza bidin wan? Divê Amerîka dev ji vê helwesta xwe berde. Em ê di nez da Neteweyên Yekbûyî de înşallah doza Fîlsîtînê biparêzin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir