• DOLAR 32.331
  • EURO 35.068
  • ALTIN 2296.439
  • ...
Goran û Komel ji hikûmetê vekişîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Komel û Goranê bo nirxandina  xwepêşanên ku ev 3 roj in li Silêmanîyê berdewam bikin hatin ba hev. Di encama hevdîtina ku hat kirin de her du partî jî vekişîna xwe ya  ji hikûmetê xwe ragihandin.

Di meclîsê de 24 parlementerên Goranê û 6 parlementerên Komelê hebûn.

Di xwepêşanên ku li Silêmanîyê ji teref mamosteyên ku maaşên wan ev çendakî ye neyê ve hat destpêkirin di demeke kurt de belavî gelek navçeyên derdorê bûn û di xwepêşandinan de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 93 kesan jî birîndar bûn.

Derbarê xwepêşandanên ku tên kirin de ji teref hikûmeta Barzanî ve daxuyanî yek hat dayîn û bang sukunet û îtîdalbûnê li pêşandaran hat kirin.

Her wisa Konseya Ewlehîya Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û got: " Ev rewşa nexweş kemîneke bi tehlûke ye û bingeha civakî û siyasî ya Herêma Kurdistanê hedef digre."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir