Muracatên hecê sibe dest pê dikin
Muracatên kesên ku dixwazin sala were biçin hecê sibe dest pê dikin.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Xizmetên Umre û Hecê ya Serokatîya Karên Diyanetê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin muracatên hecê sibe dest pê dikin û kesên ku dixwazin sala were biçin hecê dikarin di navbera dîrokên 21-29ên Kanûnê de pêşî 20 lîreyan razenin banqeyan (Albaraka Türk Katılım Bankası A. Ş., Halkbank, Kuveyt Türk, Türkiye Finans, VakıfBank, Vakıf Katılım, Ziraat Bankası ve Ziraat Katılım) û dû re serîlêdanên xwe ji ser malpera http://hac.diyanet.gov.tr bikin.(ÎLKHA)