TESSEP ji skandala tesetturê ya li Zanîngeha Êlihê re bertek nîşan da
Derbarê dijmintîya 'tesetturê' yaku li Zanîngeha Êlihê derket holê de ji teref TESSEPê ve daxuyanîyek hat dayîn û ji rewşê re bertek hat nîşandan.
Di daxuyanîya ku ji teref Koordînatorîya Êlihê ya Platforma Seferbarîya Tesetturê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de wisa hat gotin: " Li Zanîngeha Êlihê tê xwesti li ser tesettur û xwendekarên bi tesettur planek bê tetbîqkirin. Ev bûyer di serî de xelkê Misliman a Êlihê û bi giştî camîaya Îslamî aciz kiriye. Em wek TESSEPê bibin taqîbkerên vê meseleya ku dilê me êşandiye û me ê micadeleya xwe ya tesetturê bidomînin.Tesettura ku hêj nehatiey xistin bin temînata qanûnê her tim ji teref şexs û saziyan ve ji îstîsmarkirinê re vekiriye. Ji rayedaran re tewsîyeya me ev e; bila ev mesele demildest bê lêpirsîn û tesettur bê xistin bin temînata qanûnê."(ÎLKHA)