• DOLAR 32.597
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2498.61
  • ...
Drama însanetîyê ya li Gutaya Rojhilat gihaşt asta herî nebaş
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li çoltera Gutaya Rojhilat a Sûrîyê her ku diçe pevçûn zêdetir dibin, hejmara mirîyan zêde dibe û rewşa gihaştiye asta herî nebaş. Lewra bi sedan birîndar û nexweş ji xizmetên tenduristîyê mahrûm mane. Di ser de şert û mercên demsala zivistanê rewşê nebaştir dike.

 Robert Mardînîyê ku Dîrektorê Rojhilata Navîn û Nêz yê Xaça Sora Navneteweyî  di daxuyanîya ku derbarê mijarê da de destnîşan kir "Li Gutaya Rojhilat rewşa însanî gihaye xala herî nebaş e."

Mardînî di berdewama daxuyanîya ku belav kir diyar kir însanên li herêmê hatine dorpêçkirin  û dû re wiha hat gotin: " Alîkarî ji siwîlan re nayê gihaştandin, stokên erzaqan li ber xilasbûnê  û bihaya erzaqên ku mane jî gelekî zêde biha bûye. Hinek malbat di rojekê de tenê danekî nan dixwin. Temamê malbatan çavên wan li rêya hatine alîkarîya ku dê ji teref sazîyan ve bên kirin in. Tu bidestxistinên polîtîq û leşkerî van êş û eleman meşrû nake.

Li herêma li rojhilata Şamê ya ku 400 hezar însan hewil didin bijîn ev 5 sal çêbûn ku di bin dorpêça leşkeran de ne, heta niha bi rêyên cûrbecûr alîkarî ji herêmê re dihat kirin, lê belê ji heyama ku qala wê tê kirin vir ve leşkerên rejîmê dorpêçê bi zexmtir kirin  û ji ber vê yekê kirina alîkarîyê hema hema bû bêîmkan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir