Li Kurdistana Iraqê xwepêşandan: 5 mirî, 93 birîndar
Di xwepêşandanên ku ev du roj in li Kurdistana Iraqê berdewam dikin de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 93 kes jî birîndar bûn.
Di xwepêşanên ku li Silêmanîya bajêra Kurdistanê Iraqê dest pê kirin de heta 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 93 kes jî birîndar bûn. Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de avahîyên YNK û Yekgirto hatin şewitandin.
Li Silêmanîyê mamosteyên ku desteheqên wan ev çendîn wext e nayê dayîn dest bi xwepêşanan kirin, bi demê re xwepêşana mamosteyan bû xwepêşanên girseyî. Piştî demekê xelkê li Taktak, Koy Sancak, Çemçemal û Kifrîyê jî xwe berdan kolanan.
Li Kurdistana Iraqê tev de milyonek û 400 hezar memur hene û maaşên van jî ji dahata neftê dihat dayîn, piştî ku Kerkukê bi temametî ket destê hikûmeta navendî ya Iraqê dahata neftê ya Herêma Kurdistana Iraqê hema hema bi nîvî bû.(ÎLKHA)