• DOLAR 32.599
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2496.244
  • ...
DÎMED êrîşa ku li Göktaş Xoce hat kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li Zanîngeha Ataturka Erzeromê hatibû xwestin konferansek bi navê "Modernîzm û Îslam" bê tertîpkirin û ew ê di bernamê de Birêveberê Weşana Giştî yê  Dogru Haberê Mehmet Göktaş jî dê wek axavtvan axavtintinekê kiribana, lê belê komeke ji xwe re digotin "nîjadpereset" di ser salonê de girtin û beşdervanan derb kirin.

Ji teref Komeleya Mensûbên Medyayê ya Diyarbekirê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di wextên cûrbecûr de endamên çapemenîyê û xebatkarên ku di şaxên cûrbecûr ên qamûyê de dixebitin bûn hedefa êrîşan ku ev yek nayê qebûlkirin. Di bûyera herî dawî ya ku qewimî de Birêveberê Weşana Giştî yê  Dogru Haberê Mehmet Göktaş hat hedefgirtin. Em wê êrîşa ku li Mehmet Göktaşê îlahîyatnas, endamê çapemenîyê hatiye kirin şermezar dikin."

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin nasnameya wan kesên ku êrîşî salonê konferansê kirin eşkere ye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Divê demildest derbarê vê êrîşê de lêpirsîn bê destpêkirin û divê ew kesên ku vê êrîşê kirin li mehkemê bên darizandin û ji wan hisab bê pirsîn. Ji bo ev êrîşa ku hatiye kirin nebe ji êrîşên ji rêzê  divê temamê tedbîran bên standin û cezayên pêwîst bên dayîn. Divê derheqê wan polêsên ku li cihê bûyerê hazir bûn û tiştekî nedikirin û bûyerê terorîze dikirin de jî demildest tehqîqat bê destpêkirin. Wê zihnîyeta ku êrîşî li kesekî alim û ji wan mezintir re  mubah dibînin cardin şermezar dikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir