Ji Amerîka tehîda qustax: Em ê vê ji bîr nekin
Di dengdayîna Qudsê ya ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de Amerîkaya emperyalîst bi tena serê xwe û ji ber vê yekê daxuyanîyeke qustax da û got: "Em ê vê yekê ji bîr nekin."
Pêşnûmaya "ji hêla hiqûqê ve tu hukmê wê tuneye" ya derbarê qerara "Amerîka Qudsê wek paytexta siyonîstan îlan kir" de ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî re hat pêşîwazkirin. Pêşnûmaya ku hat bo dengdayînê hat teqdîmkirin ji teref Amerîka ve hat vetokirin û 14 welatên din jî destekê dan pêşnûmayê.
Ji ber ku 14 welat destekê dan vê pêşnûmayê û Amerîka jî vê pêşnûmayê red kir derket holê ku di vî warî de Amerîka bi tena serê xwe ye.
Amerîkaya emperyalîst piştî ku pêşnûmayê veto kir re li djiî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gefan xwar û destnîşan kir ev yek li hember Amerîka heqaretek e û em ê vê yekê ji bîr nekin.
Nîkkî Halleya Temsîlkara Daîmî ya Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê de diyar kir pêşnûma li dijî Amerîka heqaretek e û em ê vê yekê ji bîr nekin.
Her wisa ji teref Rîyad Mansurê Temsîlkarê Daîmî yê Fîlîstînê yê NYyê jî derbarê mijarê de diyar kir "Bi vê qerarê dê tu tişt neyê guhartin û ew ê Quds her tim wek dilê Fîlîstînê bimîne."(ÎLKHA)