• DOLAR 32.589
  • EURO 34.949
  • ALTIN 2429.98
  • ...
"Netanyahû, bila zêde kêfa te neyê, nevîyên Selahaddînê Eyyûbî di rê de ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref HUDA PARê ve ji bo qerara Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump a derbarê Qudsê de bê şermezarkirin mîtîngeke bi navê "Em li Qudsê xwedî derdikvin" hat tertîpkirin.Berdevkê Hamas Samî Ebu Zuhrî jî beşdarî mîtîngê bû û derbarê girîngîya rojevê de axavtinek kir.

Ebu Zuhrî di axavtina xwe ya ku kir de wisa got: "Em ji vê derê bangî temamê dinyayê dikin. Quds a Îslamê ye û xeta me ya sor e. Quds a nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ye ango yê we ye, ne ya sîyonîstan. Quds xeta me ya sor e. Em ji Amerîka re dibêjin, pêwendîya xwe ya bi îsraîl re bibirin û lêborînç ji ummetê bixwazin. Quds cuzeke dîn û eqîdeya me ye. Quds qibleya ewil a pêxember e. Quds cihê Îsra û Mîracê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin Trump curmeke mezin kir. Misliman dê qetîyen wî efû nekin. Dema ku em van dirûşmeyan li Diyarbekirê dibihîzin em bawer dikin û fêm dikin ku nevîyên Selahaddîn Eyyûbî hene û dê hebin."

"Netanyahû; bila zêde kêfa te neyê, nevîyên Selahaddînê Eyyûbî di rê de ne"

Zuhrî di berderwama axavtina xwe de diyar kir tu qiymeta sîyonîstan li ba Mislimanan tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ji vê meydana Diyarbekirê bangî Trump dikin û dibêjin tu qedr û qiymeta te li ba Mislimanan tuneye. Em li vê derê ji nava nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ji Netanyahû re wisa bang dikin; bila zêde kêfa te neyê, nevîyên Selahaddînê Eyyûbî di rê de ne. Em jî soz didin. Em bo Quds azad bibe bi şev û rojan dixebitin."

 "Nevîyên Selahaddînê Eyyûbî nemirine"

Ebu Zuhrî di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew hewil didin  da ku Quds bibe paytexta Fîlîstînê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Em di vê tevgera rizgarkirina Qudsê de netenê ne. Hûn, nevîyên Selahaddînê Eyyûbî înşallah digel me Qudsê azad bikin. Em ji we dixwazin hûn bi van xwepêşanên xwe li meydanan bin û Eqsa û Qudsê biparêzin. Em vê yekê ji Amerîka û îsraîlê re dibêjin; Nevîyên Selahaddînê Eyyûbî nemirine."(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir