• DOLAR 32.542
  • EURO 34.913
  • ALTIN 2423.738
  • ...
"Ew kesên ku ji Qudsê re dibêjin Orşelîm an sîyonîst in an jîji bo sîyonîstan dixebitin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner û Nivîskar Makwan Kerîmê ku eslê xwe ji Kurdistana Iraqê ye derbarê qerara naskirina Qudsê wek paytexta siyonsîtan a Serokê Amerîkaya emperyalîst Donald Trump de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.

"Ew kesên ku ji Qudsê re dibêjin Orşelîm an sîyonîst in an jî  ji bo sîyonîstan dixebitin"

Kerîm di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Trump ne xwedîyê gotinê ye ku derbarê Qudsê de qeraran bide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Divê Misliman vê yekê zanibin: siyonîst her tim çav berdane Qudsê û axên Fîlîstînê. Dev ji şert û mercên Îslamî berdin li gor qanûnên navneteweyî bi xwe jî Trump nikare derbarê Qudsê de qerareke wisa bide. Ciheke bi navê 'Orşelîm'ê tuneye. Di lîteratura Îslamê de tu car bo Qudsê navê 'Orşelîm' nehatiye bikaranîn û dê neyê bikaranîn. Temamê wan kesên ku ji Qudsê re dibêjin Orşelîm an sîyonîst in an jî  ji bo sîyonîstan dixebitin."

"Milleteke bi navê îsraîl tu carî çênebûye"

Kerîm di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser di temamê dîrokê tunebûna axeke bi navê 'îsaîl' û dû re wiha li axavtina  xwe zêde kir: " Tu zemanî axên Fîlîstînê nebûne yên cihûyan. Dema ku Hz. Omer Qudsê fetihkirin Quds di bin tahakkuma Xiristîyanan de bû ne ya cihûyan de. Divê em vê yekê zanibin, Quds malê Mislimanan e, ne axa Ereb an jî qewmeke din e. Li ser Qudsê bes Misliman xwedî heq in. Milleteke bi navê îsraîl tu carî çênebûye. Ew dewleta ku a niha jê re tê gotin 'îsraîl' milleteke berhevkirîye."

" Hinek dewletên Ereban ji Amerîka re xizmetê dikin û ji bin fermana wî dernakevin"

Kerîm diyar kir sedema dayîna qerareke wisa ya ku ji teref Trump ve hatiye dayîn ji ber zaafîyeta Mislimanan e û dû re axavtina xwe wiha domand: " Hinek dewletên Ereban ji Amerîka re xizmetê dikin û ji bin fermana wî dernakevin. Ez ji Xweda niyaz dikim ev qerara ku hatiye dayîn bibe wesîleya yekîtîya ummetê. Bi rastî jî helwesta Îran, Tirkiye û Qatarê ya li dijî vê qerarê ji taqdîrê re şayan e. Ji nû ve fetihkirina Qudsê ne tiştekî mucîzevî ye. Ger Selahaddîn Eyyûbî karibûye Qudsê fetih bike em jî dikarin Qudsê fetih bikin. Bo vê yekê tiştê lazim cehd û xeyret e, xebata bi îxlas e."

Kerîm di dawîya axavtina xwe de qala mîtînga HUDA PARê ya ku dê îro bi navê "Em li Qudsê xwedî derdikevin" kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Em ji ber xizmetên HUDA PARê ya ku bo Îslam û Mislimanan kiriye jê re teşekur dikin û em hêvî dikin ku di xebatên xwe de bi ser kevin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir