Mîtînga "Em li Qudsê xwedî derdikevin" li Diyarbekirê îro tê tertîpkirin
Mîtînga "Em li Qudsê xwedî derdikevin" a ku ji teref HUDA PARê ve tê organîzê kirin îro li Diyarbekirê tê tertîpkirin.
Bo lenet ji qerara ku ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve hatiye dayîn re bê anîn û bo ji qerarê bertek bê nîşandan îro li Diyarbekirê ji teref mîtînga bi navê "Em li Qudsê xwedî derdikevin" tê tertîpkirin.
Temamê amadehîyên mîtînga ku dê li Meydana Îstasyona Yenîşehîrê bê tertîpkirin bi dawî bûn û dê mîtîng di seat 13.00an de dest pê bike. Tê diyarkirin ew ê ji derveyî welêt jî mêvan beşdarî bernamê bibin.(ÎLKHA)