• DOLAR 32.332
  • EURO 35.05
  • ALTIN 2282.433
  • ...
"Tirkîye naxwaze Qudsê dabeş bike, lê ji ber zextan li hember bûyerê bi qedeme tevdigere"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 "Quds a Îslamê ye û axê Mislimanan e"

 Karîtanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ne Trump, ne damezrînerê sîyonîzmê û ne jî Îngîltereyê ku xwedîyê Deklarasyona Balfourê ye nikarin Qudsê wek paytexta îsraîl nas bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Quds a Îslamê ye û axê  Mislimanan e.  Quds heta niha ji 4 merhalayan derbas bûye. Merhalaya yekem îmarkirina Qudsê ya ji teref Hz. Îbrahîm e, merhalaya duyemîn ji teref Hz. Omer ve fetihkirina Qudsê, merhala sêyemîn ji teref Selahaddînê Eyyubî ve fetihkirina Qudsê û merhalaya çaremîn jî ji teref Sultan Abdulhamît ve fetihkirina Qudsê ye. Herzl carekê hahamekî şandiye ba Sultan Abdulhamîd  û hediyekê dayê. Di nav xelata ku şandiye de gelek zêde zêr hebûye. Sultan Abdulhamîd ji haham re gotiye 'Ger hûn bi qasî dinyayê zêran bidin min dîsa jî ez bi we re îttîfaqê nakim, lewra Quds ne malê min, malê ummetê ye. Quds pîrozahîya Îslamê ye. Quds bi xwînê hatiye standin encax bi xwînê dikare bê dayîn."

"Quds yek e û dê qetîyen dabeş nebe"

Karîtanî di dawîya axavtina xwe de qerarên ku di Zîrveya Derasayî ya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê de hatine girtin nirxand û diyar kir "Tirkîye naxwaze Qudsê dabeş bike, lê ji ber zextan li hember bûyerê niha bi qedeme tevdigere." û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "  Niha di nav alema Îslamê de bes Tirkîye xwedîyê hêza gotinê ye. Tirkîye Mislimanan difikire, bo Qudsê konferansan tertîp dike. Ji ber vê yekê niha Tirkîye di bin zexta navneteweyî de ye. Tiştê ku ez dibînim Tirkîye naxwaze Qudsê dabeş bike, lê ji ber zextan li hember bûyerê bi qedeme tevdigere. Qerara ku hatiye dayîn ne qerara Tirkiyê ye, ya Mahmud Abbas e. Qerara ku hatiye dayîn qerara qaşo ye.  Lê belê bi izna Xwedê em Misliman dê Qudsê şdabeş nekin. Quds yek e û dê qetîyen dabeş nebe."(ÎLKHA

Bu haberler de ilginizi çekebilir