• DOLAR 32.388
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2326.612
  • ...
Partîya Buzutnawa ji qerara Amerîka re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Partîya Îslamî ya Buzutnawa Îrfan Alî Abdulazîz ji qerara Amerîka ya naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan ji ÎLKHAyê re nirxand û ji qerarê re bertek nîşan da.

Abdulazîz di daxuyanîya ku belav kir de di bîran xist ku ew berî niha jî derbarê vê mijarê de daxuyanîyek belav kiribûn û destîşan kir  ev qerara ku hatiye dayîn dê bi tu awayî neyê qebûlkirin û em vê yekê red dikin.

Abdulazîz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev qerara ku Trum p daye li dijî hiqûqa navneteweyî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev qerara ku hati ye dayîn wê îşxala ku ji sala 1967an vir ve hatiye destpêkirin e. Ji ber vê yekê ev qerara ne li gor  hiqûqa navneteweyî ye. Ji bilî Amerîka 14 dewletên endamê Milletên Yekbûyî ne vê qerarê qebûl nakin."

Abdulazîz di berdewama axavtina xwe de qala qerara ku di Zîrveya Derasayî ya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê  ya ku li Stenbolê hat tertîpkirin de hat girtin kir û diyar kir temamê Qudsê ya Fîlîstînê ye û di bin îşxala sîyonîstan de ye.

Îrfan Alî Abdulazîz di dawîya axavtina xwe de diyar kir piştî peymana Osloyê çend salan terîmên rojhilat û rojava hat bikaranîn û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Qudsa Rojhilat Qudsa esil eç Mescîda Eqsa, taxên dîrokî, Burak û cihên ku bo her sê dînan jî pîroz inli vî şiqî ne. Lê belê li Qudsa Rojava cihên dîrokî tunene.  Li gor Ereban Qudsa Rojhilat muhîmtir e."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir