• DOLAR 32.573
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2426.93
  • ...
Pîreka ku digel 7 zarokên xwe dijî li benda alîkarîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fatma Sagira dayika 7 zarokan a ku li gundê Îngîcîya girêdayê Kayapinara Diyarbekirê dijî û zilamê wê di hepsê de ye hewil dide di bin şert û mercên giran de bijî. Sagir ji ber rewşa xwe ya nebaş ji rayedar û xêrxwazan alîkarîyê teleb dike.

"Ez ji rayedar û xêrxwazan dixwazim ku ji min re bibin alîkar"

Sagir di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ji ber demsala zivistanê ew gelekî zêde zehmetîyê dikşînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Rêya me, ceyrana me tuneye. Tu kes li em xwedîtîyê nake û kesî me ku ji me re alîkarîya me bike tuneye. Ez û digel 7 zarokên min li vê derê dijîn. Rewşa me nebaş e. Ez dixwazim rayedar ji me re bibin alîkar. Serşoya mala me bi ariza ye, weke ku hûn dibînin tawana malê bêsîwax e û dema ku baran dibare av dikeve hundir. Zarokên min tev de hûr in û em di rewşeke nebaş de ne. Bavê zarokan di hepsê de ye, ger bavê wan li vir bana em  ê vê zehmetîyê nekişandibana. Ez serîlêdana alîkarîyê dikim, lê ji min re dernakeve. Bi paraya alîkarîya zarokan a ku serê du mehan carekê distînim ez hewil didim debara mala xwe bikim. Zarokên min ji min tiştinan dixwazin lê ez nikarim bistînim. Ez ji rayedar û xêrxwazan dixwazim ku ji min re bibin alîkar. Mêze bikin em di zivistanê de ne û ne ceyran, ne av û ne jî rêya me heye."

"Zarokên min ji kantîna mektebê nikarin tiştekî bistînin û wan zarokên ku diçin kantînê temaşe dikin"

Sagir di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber mişkîleyên maddî ew problemên psîkolojîk dijîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Zarokên min digrîn û tiştinan ji min dixwazin. Ji ber vê rewşa zarokên min ez nizanim çi bikim.7 zarokên min hene û 4 ji wan diçin mektebê. Zarokên min ji qantîna mektebê nikarin tiştekî bikirin û li zarokên din temaşe dikin. Zarokên min dema ji mektebê tên qala rewşê dikin û digrîn. Tiştek ji destê min nayê, ez ji rayedar û xêrxwazan alîkarîyê teleb dikim. Berî ku zilamê min têkeve hepsê rewşa me baş bû, lê niha rewşa me nebaş e. Qîza min 14 salî ye û ji ber bêderfetîyan ez nikarim wê bişînim ku ew her roj bo mektebê digrî.

Nazli Sagira ku ji ber bêderfetîyan nikare biçe mektebê daxwaza alîkarîyê kir da ku ew karibe biçe mektebê.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir