• DOLAR 32.534
  • EURO 34.789
  • ALTIN 2492.129
  • ...
"Xelasîya umetê bi hereketkirina bi hev re mimkun e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê ji teref Koma Ramanê ya Ciwanan (Genç Düşünce Topluluğu) ve bi navê "Ji Mabeda Suleyman heta Mescîdî Aqsa û Qudsê" konferansek hat tertîpkirin.

Konferans li avahîya rektorîya zanîngehê li Salona Walî Kiliçlar hat tertîpkirin. Ji bilî xwendekarên zanîngehê welatîyan jî eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê dan.

Konferans di saet: 19.00an de bi tîlaweta Qur'ana Pîroz a ku ji teref Yasîn Ozdemîr ve hat xwendin ve dest pê kir. Piştî xwendina Qur'anê bername bi danîşana sînevîzyonê dewam kir. Bername bi xwendina merş û awazên di heqê Mescîdî Aqsa û Qudsê hatine bestekirin dewam kir.

Bernameya ku pêşkêşvanîya wê Ahmet Dag kir, axaftina silavdayînê li ser navê Koma Ramanê a Ciwanan (Genç Düşünce Topluluğu) yên Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê ji teref Vedat Dal ve hat kirin.

Dal tepkî nîşanî naskirina Emerîkaya emperyalîst qaşo Quds wek "paytextê" sîyonîstên îşxalker naskirîye û biryar dabû ku wê sefareta xwe ji Tel Avîvî neqlî Qudsê bike da û got biryara ku Trûmp girt li temamê Alema Îslam û dinyayê bi nerazîbûn hat qebûlkirin em jî wek Koma Ramanê ya Ciwanan vê biryarê qebûl nakin û ji bo me ev biryar di şûna tunebûnê de ye."   

Dal destnîşan kir ku "Hûn dev ji naskirina Qudsê wek paytextê îsraîl berdin em Tel Avîvê dahî wek paytextê sîyonîstan nas nakin", erdên niha sîyonîst li ser dijîn tev axa ji Fîlîstînîyan e û bi zorê hatine desteserkirin."

"Quds ji bo Mislimanan sedema hebûnê û îfadeya medenîyetê ye"

Dal behsa girîngîya Qudsê kir û got: "Quds ji bo Mislimanan bajarekî herî zêde bi rûmet e; Quds qibla ewil a Mislimanan e û ji Mescîdê Harem a sêyemîne. Ji ber Mescîdî Aqsa li Qudsê ye, li ba Mislimanan xwedîyê girîngîyek mezin e. Quds bi rîsaleta pêxemberê me wek qibla ewil hat hilbijartin û ji ber vê yekê mesela Qudsê ji bo Mislimanan meseleya hebûnê û îfadeya medenîyetê ye. Sîyonîstan ji sala 1948an vir ve qibla me ya ewil ji bo 'projeya îsraîla mezin' bi cîh bîne îşxal kirîne. Li qibla Îslamê ya ewil Azana Mûhammedî hat qedexekirin û li ser vanan tevan jî Quds qaşo wek paytextê sîyonîsan hat îlankirin. Ev ji bo Mislimanan mesela heysîyetê ye."    

"Xelasîya umetê bi tevgera bi hev re mimkun e"

Dal di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku ev sed sal e li Quds û Mescîdî Aqsayê em bûn şahidê gelek zilm û komkujîyan û wiha dewam kir: "Ev sed sal e Îngîlîzan û 70 sal e çeteyên sîyonîst ji bo Mescîdî Aqsa ji holê rakin binê wê tev kolan, azana Mûhammedî hat bêdengkirin, nimêjên înê hatin qedexekirin û li hewşa Mescîdî Aqsayê gelek can hatin qurbankirin. Mixabin Umeta Îslamê heta niha li dijî van zilman hebûnek baş nîşan neda. Vê dirûmê sîyonîst kir zalim û bi hêz kir. Îro di serî de li Quds û Fîlîstîna me û bi gelemperî jî li Misir, Iraq, Yemen, Myanmar û li temamê duhêlên Mislimanan birayên me yên li hember zilmê tekoşînê didin em îro bi bîra wan dixin ku ew ne tenê ne û em ayeta 'Misliman encex birane' bi birtînin. Lazim e êdî em wek Umeta Îslamê vê fêm bikin; xelasiya Alema Îslamê bi yekîtî û wehdetê ye. Dem dema em li hember zilmê derkevin û bêjên 'êdî bes e'. Dem dema li hember derketina îtîfaqa sîyonîst û xaçperastan e."    

"Umeta Îslamê hişyar bûye û heman maye rabe ser pîya"

Dal di dawayîya axaftina xwe de îfade kir ku hindik maye mîlyar û nîvek Alema Îslamê ji xew rabe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Sîyonîstên îşxalker bi vê biryarê curetkar fîşek bera nigê xwe dan. Em bawer dikin ku; li hember vê biryara kustex ev serê sed salîye mîlyar û nîvek Umeta Îslamê di xweke giran de ye, em hêvî dikin ku vê biryara curetkar wê bibe wesîleya yekîtî û wehdeta Mislimanan. Bi alîkarîya Xweda temamê Mislimanan wê li ser mesela Qudsê bibin yek. Xeyret ji me tewfîq ji Xweda".  

Bername bi axaftina Nivîskar û Perwerdekar Abdûlkadîr Tûran berdewam kir û bi xwendina diaya ku ji teref Mûhammet Ata Demîr ve  hat kirin bi dawî bû. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir