• DOLAR 32.324
  • EURO 35.099
  • ALTIN 2300.718
  • ...
Ne "Qudsa Rojhilat" temamê Qudsê peytexta Fîlîstînê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu piştî qerarên ku di cîvîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamê de hatin standin hatin ragihandin re ji ser hisaba xwe ya twîtterê derbarê mijarê de nirxandinan kir.

"Divê Teşkîlata Hevkarîya Îslamê sedema xwe ya damezrandinê ji bîr neke"

Yapicioglu di parvekirinên ku kir de başan kişand li ser meddeya "Em wê Fîlîstîna ku payetxta wê Qudsa Rojhilat e nas dikin" a deklorasyonê û dû re wiha got: "Ne 'Qudsa Rojhilat' temamê Qudsê peytexta Fîlîstînê ye. Heta ku siyonîst bi zilletê serî netewînin û heta ku bikevin asta dernexistina xerabî û tevlîhevîyan divê li dijî wan bi şiklekî tund û bêtawîz hereket bê kirin. Divê Teşkîlata Hevkarîya Îslamê sedema xwe ya damezrandinê ji bîr neke. Divê Misliman li dora Mescîda Eqsaya ku qibleya me ya ewil e û li Qudsê bibin yek."

 "Bostik axa Qudsê bi xwe jî ne mimkûn e ji şebekeya terorê ya sîyonîst re bê terkkirin"

Yapicioglu di parvekirinên xwe de  her wisa diyar kir Quds welata "Darusselam"ê ango welatê aştîyê ye û dû wiha got: " Quds bo temamê dînên semawî muqeddes e û mîrasa hevpar a însanetîyê ye. Bostik axa Qudsê bi xwe jî ne mimkûn e ji şebekeya terorê ya sîyonîst a ku pêxemberan bi xwe jî kuştine re bê terkkirin."

"Welatên Îslamê divê temamê pêwendîyên xwe yên bi şebekeya terorê ya sîyonîst re qut bikin"

Yapicioglu herî dawî wisa got: "Welatên Îslamê divê temamê pêwendîyên xwe yên bi şebekeya terorê ya sîyonîst re qut bikin. Ew welatên Îslamê yên ku îsraîl wek dewletê nas kirine divê demildest ji vê qerara xwe vegerin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir