• DOLAR 32.592
  • EURO 34.853
  • ALTIN 2505.504
  • ...
 "Quds dê wek paytexta Fîlîstînê bimîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbasê ku di civîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamî de axivî  destnîşan kir "Quds paytexta Fîlîstînê ye û wek paytexta Fîlîstînê bimîne."

Abbas di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Ez ji vê derê ji îsraîl re meydanê dixwînim, bila ji min re sînoran nîşan bide, welatekî ku sînorên wê tunebe di bergeha hiqûqa navneteweyî de nayê naskirin." Abbas dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Trump Qudsê wek xelatekî ji îsraîlê re pêşkêş kir. Ew weke ku li dinyayê bes ew qerarê didin tevdigerin. Êdî em ê teqez destûrê nedin navbeykarîya Amerîka. Em bi birêveberîya Amerîka re her tim di nav hevkarîyê de bûn. Lê ev qerara dawî temamê xetên me yên sor derbas kir. Ger Amerîka hevpeymanê xera kiribe em ê jî ji sozên ku daye bi paşve vekişin û gavan bi paşve bavêjin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir