• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Lazim esîyonîzm wek hereketek nijadperstî ya terorî bê naskirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû piştî Emerîkaya îşxalker qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan îlan kir ji ÎLKHAyê re nirxandinên girîng kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû destnîşan kir ku sîyonîzmê di dîrokê de bi tiştên kiriye derxist holê ku sîyonîs tehlûkeyek nijadperest û terorîye. Yapicioglû îfade kir ku lazim e  reveberên dewletên Îslamê sîyonîzmê wek rêxistinek terorî nas bikin û çi piwestiyên ciza hebe bê tirs bikin.

Yapicioglû bangî endamên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê (ÎÎT) yên ku îro wê beşdarî Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bibin ku werin dev ji naskirina "şebeka terorê wek 'dewletê' berdin".

"Tepkîya me li dijî qebûlkirina şebeka terorîstên sîyonîst wek dewletê qebûlkirinê ye"

Yapicioglû destnîşan kir ku qebûlkirina Trûmp qaşo Qudus wek patextê sîyonîsan 'êrîşek li hember Umetêye' û li axaftina xwe wisa dewam kir: "Belê zêde kes ji bo naskirina çeteyên sîyonîst wek dewletê hatiye qebûlkirin û miamela wek dewletê pêre dike û li Tel Avîvê balyozxaneyên wan hene re deng dernaxin lê belê em bi îsrar dibêjin lazim e  şebeka terorê wek dewlet neyê naskirin. Ji xwe Emerîkaya îşxalker ji sala 1995an ev biryara dabû ku Quds paytextê sîyonîstaye! Biryara niha tenê biryara neqilkirina sefaretê girtiye. Temamê dinyayê tepkî nîşanî vê biryarê dan. Ne tenê Alema Îslamê dewletên din jî li hember vê qirarê tepkî nîşan dan. Mixabin tepkîyên me jî li dijî vê qirarê hene lê belê tepkîyên me ne tenê li dijî qirara Trûmp ya ku qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan naskiriya tepkîya me li dijî naskirina çeteyên sîyonîst wek dewletê hatîye naskirine jî. Yanî niha hebûna balyozxaneyan dahî li Tel Avîvê ji bo me pirsgirêkek mezine."  

"Îro kerê hevçax bûye Trûmp"

Yapicioglû îfade kir ku Quds ne bajarekî jirêzêye û wiha got: "Lewra li Qudsê Beyt-ul Meqdîs heye. Lewra li Qudsê Mescîdî Aqsa heye. Mescîdî Aqsa herema Umetê ye. Em êrîşek li wan tên kirin, wek li temamê Mislimana hatibe kirin qebûldikin. Em vê hemleya Emerîka wek êrîşeke dawî ya Trûmp ya ku li hember Umetê hatiye kirin dibînin. Lewra êrîşî Mescîdî Aqsa û Qudsê kirin. Sîyonîzm bi navekî din jî, temamê Cihûyan weha difikirin; ji bo me ferq nake. Dema kerek bimre emê kerekî din bibînin. Lewra îro kerê hevçax bûye Trûmp. Lewra îro ji bo sîyonîzm û sîyonîstan Trûmp kertîyê dike. Îro Cihû ji bo armancên xwe bi cî bînin li pişta Trûmp sarbûne. Bi îzna Xweda dawiya vê rêya wê ji bo wan bi xêr nebe. Em hêvî dikin ku gelek tiştên ku meriv dibêjin qey şere tê de xêr hene û Înşallah evê bibe wesîleya xwedî derketina Qudsê."       

"Lazim e  gavên di cî de bên avêtin û lazim e  ji tepkîyên devkî zêdetir hin tiş bên kirin"

Yapicioglû behsa tepkîyên Mislimana yên li hember vê qirarê kir û wisa dewam kir: "Li çar terefên dinyayê tepkîyên zêde hene. Bangewazîya întîfada 3yenîn hat kirin. Bangewaziya întîfadayek navneteweyî hatîye kirin. Ne tenê Mislimanan kesên nemislimanan jî tepkîya xwe xistin hortê. Çi Misliman çi jî nemisliman kesên li hêla însaniyetê cîh digrin em tepkîyên wan bi qîmet dibînin û girîng dibînîn. Ma qey tepkîyên desthilatên dewletan di cî de û ne bese? Naxêr em nabên bese. Li gorî me lazim e  tepkîyên ji asta bilin bên nîşandan. Divê gavên di cî de bên avêtin û lazim e  ji tepkîyên devkî zêdetir hin tişên din bên kirin û tenê bi şermezarkirina ev êrîşana neyê sekinindin."   

"Çi tiştên ji bo Însanîyet û mirovahîyê hebin ew neyarên wan tevane"

Yapicioglû da zanîn kû "Bila herkes bizanibin kû siyonîzm pir bi talûke û nijadpereste" û sîyonîzm ji bo temamê însanîyete talûkeyeke.

Yapicioglû wiha got: "Ew ji bilî qewmê xwe tu kesî li hemberî xwe wek însanan nabînin. Di hevdîtinên navbera xwe de û di protoqolên di navabera xwe de venaşêrin û bi rehetî dibêjin 'Ger tu kanibe kesên ne Cihû bikuje bikuji". Dixwazin ji temamê dinyayê heyfê hilînin. Tenê ev jî zîhnîyeta wan derdixe holê. Xedayê Teala ji bo wan hîdîyet bike ji qewmê wan û wan re pêxember şand, lê belê wan pêxemberê xwe dahî kuştin. Binerin vana civakek ewqas ji rê derketîye. Di temamê dîrokê de wan fitne û fesadî kirine. Ne tenê neyartiya Mislimana kirine li ser navê însanîyetê û li ser navê başîyê çi hebe ew neyarê wane. Ger neyên sekinan din û tedbîr neyên girtin û sîyasetek vê zilêm bide sekinandin neyê avakirin tenê Fîlîstînî û Fîlîstînê ji veya zirarê nebîne. Temamê mirovahîyê ji vê wehşet û rê zilma wan para xwe bigrin."

"Dev ji şebeka terorê wek naskirina dewletê berdin"

Yapicioglû bangî endamên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê (ÎÎT) yên ku wê îro beşdarî Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bibin re kir û got: "Teşkîlata Hevkarîya Îslamê îro li Stenbolê kom dibin. Tiştên ku birêz Serokomar dibêje emê îro tev bibînin bê di pratîkê de çi derdixe holê. Hin rêvebirên dewletên Îslamê bi şebeka terorê re di bin re têkiliyên xwe pêşve dibin. Ji sisya yekê dewletên Îslamê îsraîl wek dewlet nas dikin. Ji wana yek Tirkîye, yekjî cîranê Fîlîstînê Urdune û yekjî Misire. Nîjerya jî endamê teşkîlata D-8ê ye û ew jî çeteyên sîyonîst wek dewletê nas dikin. Em bi vî şiklî fehm dikin ku Tirkîye, Misir û Nîjerya jî, her sê dewletên endamên teşkîlata D-8ê ne. Di demên dawî de miftîyê Siûdî û bi xebatên welîehd prensê Siûdî her ew bi fermî dewleta wan nas nakin jî - dema meriv li têkiliyê wan dinerin îsraîl wek dewletekê nas dikin- dema meriv vana tînîn ber çavan qerarên tûnd wê dernekevin. Lê belê dîsa hêvîyek heye. Piştî birêz Serokomar daxuyanî da, ez hêvî dikim ji vê civînê ji tepkîyên devokî zêdetir êdî di pratîkê de hin gavên nû bê avêtin.

Ser merselê divê çi bibe? Bangewazîya me ji bo temamê endamên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û rêvebirên wan dewletana ye: dev ji şebeka terorîstên sîyonîst wek naskirina dewletê berdin. Kesên ew naskiribin jî lazim e  dev jê berdin û qirara xwe paşve bidin. Pêwendîyên bi wan re hatine kirin bila tevî betal bikin û temamê têkiliyên xwe qutbikin. Bila têkiliyên xwe yên dîplomatîk, sîyasî û bazirganîyê jî temamê eleqeyên xwe qut bikin."

"Lazim e  temamê dewletên Îslamê seha xwe ya hewayê ji rejîma sîyons û terotîst re bigrin"

Yapicioglû diyar kir ku lazim e  sîyonîzm wek şebeka terorê bê naskirin û çi cizayê hewce bike bê dayîn û got: "Sîyonîzm nijadperestîyek pir tehlûkeye û tiştên di dirokê de kirine her tim terorîzme. Ji ber vê yekê lazim e  wek hereketek terorî bê naskirin."

Yapicioglû îfade kir ku lazim e  sîyonîzm wek şebeka terorê bê naskirin û dewletên Îslamê jî birêkûpêkkirina zagonî çi hewce bike bikin: "

Lazim e  di raya giştî ya cîhanê de bangawazî bên kirin. Kesên piştgirîya şebeka terorê dike an alîkarîya wê dikin, kî dibe bila bibe lazim e  têxin lîsteya kesên "piştgirên terorîstan û alîkarên wan' dike û kesên di vî warî de bên tesbît kirin cizayê hewce demildest bên dayîn. Kerên îro Cihû li sar bûne Trûmpe. Îro gelek bargehên leşkerî yên Emerîka li dewletên Îslamê hene. Bê guman tiştên îro destê Mislimana girêdi de yek jê jî, hebûna ewqas bargehên leşkerîne. wê çaxê lazim e  di serîde bargehên leşkerî yên Emerîka û sîyonîzm û kesên piştgirîya wan dikin bên girtin. Lazim e  li ser axên Aleme Îslamê yek bargehek wan jî nemîne. Lazim e  temamê dewletên Îslamê sîyonîstên xwedî pasaportên dîplomatîk wek 'kesên nayên xwestn' îlan bikin û wan biqewirînîn. Dewletên ji bo pêwendîyan li Tel Avîva çeteyên sîyonîst balyozxane vekiribûn di cî de ba sefîrên xwe bikin û temamê xebatkarên xwe yên dîplomatîk şûnde vegerînin. Daxwazek me jî eve: lazim e  temamê teyareyên ji balafirên di bin îşxala sîyonîstan de ye an difirin an yên tên divê temamê dewletên Mislimanan sehayên xwe yên hewayê ji wan re bigrin. Pêwiste temamê dewletên Îslamê sehayên xwe yên hewayê ji rejîma terorê re bigrin. Eve daxwaza me. Bi wesîla we emê dengê xwe bighînin serokên 57 dewetên endamên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê."

"Em kesên partîyî û nepartîyî teva dawetî mîtîngê dikin"

Di dawiya daxuyaniyê de Yapicioglû îfade kir ku emê roja şemîyê li Diyarbekirê binavê 'Em li Qudsê xwedî derdikeve' mîtîngekê li dar bixin û weha axaftina xwe bidawî kir: "Bi îzna Xweda emê roja şemîyê di saet 13.30 de li qada îsteyonê bi navê xwedîderketina li Quda û Mescîdî Aqsayê li dar bixin. Em çi partîyî û çi jî nepartîyî temamê gelê xwe dawetî mîtîngî dikin. Ev ne tenê bangewazîya mîtîngekê ye. Ev ne tenê pirsgirêka miletekî tenê ye. Quds ne bi tenê ya Fîlîstînîya ye. Beytûllah harema Xweda ye. Mescîdî Nebewî harema Resûlê Xweda û Mescîdî Aqsa jî harema Umetêye. Wê çaxê lazim e  Umeta Îslamê li vê harema xwe xwedî derkeve. Bi navê xwedî derketina li Qudsê emê mîtîngekê li dar bixin. Emê ji wir mesajên xwe bidin. Emê bi nanê ji bo Qudsê Selahaddînek hewceye, 'ew Selahaddîna ezim, ezê wî Selahaddînî mezin bikim, ew Selahaddîna di nava medaye, Quds harema mine jî, ez jî parçeyekî vê Umetêye' emê mîtîngek bi vî awayî li dar bixin û em hemû kesên îmkan û derfetên wan hebin dawetî mîtîngê dikin. (ÎLKHA)  

Bu haberler de ilginizi çekebilir