• DOLAR 32.563
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2423.749
  • ...
Rûhanî li dijî siyonîstan banga yekîtîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Serokê Amerîka Qudsê wek paytexta sîyonîstan nas kir re îro Teşkîlata Hevkarîya Îslamê li Stenbolê civîya. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanîyê ku beşdarî civînê bû di civînê de axavtinek kir.

"Îro ji wehdet û piştgirîyê pê ve tu çareya me tuneye"

Rûhanî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir qerarên ku hatine standin li herêmê dê bibin sedema rageşîyên nû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê em pêkve li dijî qerara Amerîka bisekinin û divê me nîşan bidin ku dê ev yek çênebe. Ger Misliman li dijî vê hareketa xeyrî meşrî bêdeng bimînin ew ê li rasta armanc û hedefên xirabtir bên."

Rûhanî wiha dawî li axavtina xwe anî: "Em wek Îranê amade ne ku bi temamê welatên Mislimanan re hevkarîyê bikin.Bi vî awayî em amade ne Qudsê biparêzin. Di vê mijarê de tu şert û mercên me û tirsa me tuneye."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir