• DOLAR 32.371
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2325.427
  • ...
 "Dijmin jevqetana Sunnî û Şîîyan dikinû hewil didin herêmê bişewitînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tahrana paytexta Îranê sempozyumeke bi navê "Hêzên Mezin û Ewlehîya li Herêmên Asya Rojava"  hat tertîpkirin. Fermandarê Hêzên Çekdar ê Îranê Muhammed Bakirî di axavtina xwe ya ku di sempozyumê kir de balan kişand li ser hewildanên dijminan a li ser Mislimanan.

"Dijmin jevqetana Sunnî û Şîîyan dikin  û hewil didin herêmê bişewitînin"

Bakirî di berdewama axavtina xwe de diyar kir îsraîl bi şikleke mezin têk çûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di sala 2006an de di wan şerên 22 û 33 rojî de îsraîl têk çû û mexlûb bû. Ev têkçûn, têkçûna hêzên mezin a li hember şerê gerîllayê ye. Dijmin îro li herêmê cûdahîya Şîî û Sunnîyan dikin  û sûdê ji tekfîrvanan digrin û hewil didin herêmê têxin nava êgir. Lê belê dawîya vê fitnê hat. Li Sûrîyê digel temamê hewildanên wan negihaştin hedefên xwe."(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir