• DOLAR 32.446
  • EURO 35.2
  • ALTIN 2327.737
  • ...
Kerwana Umûdê cardin çû herêma erdhejê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn di 12ê Mijdara 2017an de Halepçe wek navend  li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê di mezinahîya 7.3an de erdehejek pêk hatibû û di erdhejê de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Weqfa Kerwana Umûdê ya ku berî niha çûbû herêma erdhejê ji kesên ku di erdhejê de mexdûr bûbûn re alîkarî belav kiribû cardin çû herêma erdhejê ya li Kurdistana Îranê û hewil da ji kesên mexdûr re alîkarî bike.

Heyeta alîkarîyê ji teref  Hîlalê Ahmar a Îranê ve hat pêşîwazîkirin. Piştî hevdîtinên ku hatin kirin re, alîkarîyên di TIRê de hatin veguhastin wesayîtên Hîlalê Ahmer û ew ê ev alîkarî bên birin herêmên erdhejê.

Alîkarîyê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Ûmudê Cemal Çinar derbarê mijarê de li ser sînorê daxuyanîyek da û destnîşan kir ew bo alîkarîyê cardin hatine herêma erdhejê.

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir wek Weqfa Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bo ku em ji kesên ku li herêma Kîrmanşaha Îranê ji erdhejê de mexdûr bûne re alîkarîyê bibin ji derîyê sînor a Îranê derbas bûn û rayedarên Ahmerê Sor jî li vê derê ne. Em ê alîkarîyên xwe ji wan re bigihijînin. Ji bo ku birayên me di bin wan şert û mercên giran de bi tenê nemînin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ji hemû kesên ku me pêşîwaz kirine re telşekur dikin."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir