• DOLAR 32.315
  • EURO 35.082
  • ALTIN 2279.999
  • ...
"Emerîka eşqîyatîya sîyasî dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê hereketa Nahdayê Raşîd EL Gannûşî bertekên tûnd nîşanî Serokê Emerîkaya emperyalîsat da. Gannûşî li ser qaşo Serokê Emerîkayê Trûmp Quds wek paytextê sîyonîstan dabû naskirin got ku "Emerîka eşqîyatîya sîyasî dike."

Gannûşî li ser qirara Trûmp got: "Êrîşa li ser Fîlîstînê êrîşeke li ser Ereb û alema Îslamî û heta êrîşeke li ser temamê azadxwazê dinyayêye. Ev biryara di nava Emerîqa jî li ser nehatiye li hevkirin û ev biryara şiklekî eşqîyatiya sîyasîye."

Gannûşî destnîşan kir ku kî çi dibêje bila bibêje ev bajara bajarê Fîlîstînîyan, Ereb û alema Îslamêye, tu kes nikarin vê rastiyê biguherîne.

Gannûşî di dawiya beyanata xwede îfade kir û got: "Ne heqê Trûmp ne jî yê tû kesê din tuneye ku li ser Fîlîstînê an jî li ser Mescîdî Aqsayê dawa tu heqî bike." (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir