• DOLAR 32.555
  • EURO 34.936
  • ALTIN 2429.721
  • ...
"Ez naxwazim zarokê bimre"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Semsûrê Alper Ozderê 3 salî ji dayikbûnê heta îro li erdê ye û bi nexweşîya Apînal Nuskuler Atrofîî yê ketiye.  

Alperê 3 salî  destê xwe, nigê xwe û serçave xwe de hîs dike, dibîne û dibîze lê belê ji ber nikare masûlkên xwe tev bigerîne nikare bipeyîve. Alperê biçûk dema hêstrên wê biherikin, meriv fêm dike ku way digrî.

Dayik Fatma Ozdaşa ku berî niha du zarokên xwe ji ber vê nexweşîyê wenda kîrîye bangî rayedaran kir û xwest ku ji wan re bibin alîkar.

Dayika Alper Fatma Ozdaş îfade kir ku: "Êdî ez naxwazim zarokên xwe wenda bikim. Dermanê vê nexweşîyê pir biha ye û ji bo em van îlacan bigrin em li hêviya dora xwe disekinin. Em bangî rayedar û kesên îmkanên wan hene dikin; Bila van îlacan bidin me. Ev sê sal e ku Alper di vî halî de ye. Çar mehê din sê salê xwe diqedîne û dikeve çar salê xwe. Ez sê zarokên din jî didim xwendin û ez zehmetîya debarê dikşînim."

"Ez ji bo zarokê xwe endîşe dikim"

Ozdaşê di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku îlaca vê nexweşiyê ji teref dewletê ve tên dayîn lê belê em nizanin bê wê kengî dorê werî me û wisa li axaftina xwe zêde kir û got: "Ez ji bo zarokê xwe endîşe dikim. Em diçin nexweşxaneyê, mala textoran ava be ji me re dibin alîkar; lê belê tiştek ji destê wan jî nayê. Ji me re dibêjin 'Îlac dê were û em ê bidin we'. Ez ji rayedaran rica dikim bila kesên desthelat ji mera bibin alîkar."

Ozdaş di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber tedawîya lawê wê ew mecbûr e li malê bimîne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Ji ber li malê em tedawiya wî bi cîhazên elektronîk dikin daîmî ceyrana me vekirî dimîne ku ji ber vê yekê ez fatora xwe ya ceyranê jî bi zor û zehmet didim. (ÎLKHA)  











Bu haberler de ilginizi çekebilir