• DOLAR 32.568
  • EURO 34.903
  • ALTIN 2429.41
  • ...
 "Quds namûsa ummetê ye û em nahêlin dest bidinê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanîya çapemenîyê ya ku li ber Mizgefta Mezin a Navendê ya Agirîyê hat lidarxistin ji teref  Kerem Anig ve  hat xwendin. Di dema daxuyanîyê de kesên ku beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn bênavber  li dijî şeytanê mezin û emperyalîst Amerîka û sîyonîstên  îşxalker sloganan avêtin.

Anig di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ev qerara ku hatiye dayîn ne ji qerareke ji rêzê ye û dû re wiha got: " Bi vê plana qirêj û gemar a ku ji teref sîyonîzm û emperyalîzmê ve hatiye kirin tê xwestin li herêma me  tevlîhevî bê derxistin. Ev rewş nîşan daye ku Amerîka wek îsraîl difikire û terefdarê îşxalê ye. Hebûna îsraîl a li Fîlîstînê xeyrî meşrû ye. Sedema hebûna wan îşxal e û îşxal berdewam dike. Îşxala ku ji teref îsraîl ve tê kirin di tu hiqûqa navneteweyî û neteweyî de nehatiye tesdîqkirin û tesdîqkirina wê jî ne mimkûn e û nayê qebûlkirin."

 "Divê Amerîka baş fêm bike ku paytexta îsraîl Washington"

Anigi di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir ger ev plan û stratejîya qirêj û gemar Amerîka û Îsraîl neyê astengkirin  ew ê ev yek zirarê bide temamê însanetîyê û dû re wiha got: " Ji ber vê yekê em bangî li temamê kesên xwedî wijdan dikin da ku li Qudsê xwedî derkevin. Em ji vê derê dibêjin divê îsraîlê korsan xeta neke û Qudsê ji xwe re neke paytext û her wisa divê Amerîka baş fêm bike ku paytexta îsraîl Washington. Quds namûsa ummetê ye û em nahêlin dest bidinê."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir