• DOLAR 32.378
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2325.61
  • ...
"Paytexta îsraîl doh Londra bû îro jî Washington e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî nimêja endam û dildarên Sazîyên Civaî yên Siwîl û her wisa gelek welatî beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat tertîpkirin bûn. Metna daxuyanîya çapemenîyê li ser navê STKyan ji teref Mustafa Aydin ve hat xwendin.

Aydin di daxuyanîya klu hat dayîn de destnîşan kir hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin û dû re wiha got: " Ew êrîşên îşxalkerên siyonîst bi dawî nebûn. Îro li ber çavên temamê dinyayê  tu hisanê hiqûqa navneteweyî nayê kirin û îsraîl îşxal, qetlîam û wehşeta xwe ddidomîne. Encax Îsraîl  vê bêhedîyê bi destekê ku ji îttîfaqa xaçperestan distîne dike.

"Quds herêmeke pîroz a Mislimanan e û ew ê her tim wisa bimîne"

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir Quds herêmeke pîroz a Mislimanan e û ew ê her tim wisa bimîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Quds asta bêwijdanî û zilma gerdûnî nîşanî me dide  Quds aczî, perîşanî, bêhezî û belavbûna Mislimanan nîşanî me dide. Quds xeberê dide me ka pêdivîya Mislimanan çi qas bi wehdet û îttîhadê heye. Quds bo Mislimanan banga bi lez e. Ey Mislimanno! Dev ji terefdarîya cemaat, mezheb, millet û qewman berdin û hêzên xwe bikin yek. Lewra Xweda me bi doza Qudsê îmtîhan dike. Hêzên dagirker ên ku xwedîyê têgihiştina xaçperestan in ji ser Qudsê eyarê didin Misliman û erdnigarîya Îslamê û wan rencîde dikin."

"Paytexta îsraîl doh Londra îro jî Washington e"

Aydin di berdewama daxuyanîyê de diyar kir paytexta îsraîl doh Londra îro jî Washington e û dû re wiha got: " Lewra ew hêzên şer ên gerdûnî yên ku Ingîlîz ji wan re pêşîwantîyê dikin Îsraîl wek xençereke zingargirtî di qelbê Mislimanan de çikandin û ew tebîeta wî ya êrîşkar û mutecawîz jî ji teref Amerîka ve tê muhafezekirin."(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir